Gerîlayê HPG’ê Ozhan ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Adem Ozhan (Simko Tendurek) ê ku di şerê li navçeya Şax a Wanê de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bazîd a Agiriyê hate definkirin.
Gerîlayê HPG’ê Adem Ozhan (Simko Tendurek) ê ku di şerê li navçeya Şax a Wanê de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bazîd a Agiriyê hate definkirin.
Li ser rêya Wan-Ebex cenaze ji aliyê Parlamenterên HDP’ê Bedran Ozturk û Dîrayet Taşdemîr, hevşaredarên Bazîd Rohat Ozbey, rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER’ê, malbata Ozhan û welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Cenaze bi konvoyekî wesayîtan anîn Taxa Koçkiran a navenda bajar, piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ozhan hate definkirin.
Piştî merasîma cenaze Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Bedran Ozturk axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe her roj zarokên xwe defin dikin. Ozturk wiha anî ziman: “Her roja definkirina ciwanên Kurd dide nîşandan ku divê em hê zêdetir xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Divê em xeyalên wan ê pêşerojê ava bikin.” Ozturk diyar kir ku têkoşîn, têkoşîna mirovî ye.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûn de girseyê konê sersaxiyê ziyaret kir.