Eren Erdem ber bi Berlînê ve kete rê

Perlementerê CHP’ê yê Stenbolê Eren Erdem ê ku bi fermana dozgeriyê li Balafirxaneya Ataturkê hate ragirtin, saet 18:50’an de ji bo biçe Berlînê li balafirê siwar bû.

Erdem, da zanîn ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag daxuyaniyek da û diyar kir ku “Kêmasiyekî ûsuliye”  û got: “Ez dizanim îfadeya kêmasiya ûsulî tê çi wateyê. Ez niha di saet 18:50’an de li balafirê siwar dibim. Hincet kêmasiya ûsuliye. Ev hevoka ji devê Bekir Bozdag derketî, kêmasiyekî ûsuliye. Gotina kêmasiya ûsuliye, tiştekî wisan nîne.”

Erdem destnîşan kir ku nêzîkatiyekî polîtîk e, wiha axivî: “Wê ew dozger jî û yên fermanekî wiha dane jî hesab bidin.”