23 sal di ser Komkujiya 2’yê Tîrmeha Sala 1993’yan a Otêla Madimakê ku di encamê de 33 rewşenbîr û hunermendên Elewî hatîn qetilkirin re derbas bûn. Lê bûyer hê jî nipûnû ye û sedemên bûyera navborî hê jî nehatine ronîkirin. Komkujî li gel bûyerên hevrengî yên nû tê lanetkirin. Em jî destpêkê komkujiya hovane ya navborî di salvegera 23’yande bi rik û nefretê ve rûreş dikin, qurbaniyên komkujiyê ku tev jî şehîdên me yên demokrasiyê ne bi rêzdarî bi bîr tînin.
Baş tê zanîn ku komkujiya 2’yê Tîrmehê ya li Sêwasê li pêş çavên dewletê û ji aliyê kontrgerîla ve hate kirin. Di vî derbarî de daxuyaniyên serokkomarê wê demê Silêman Demirel û serokwezîr Tansu Çîller hene. Bi awayekî vekirî parastina komkujiyê kirin û rewşenbîr û hunermendan tawanbar kirin. Bûyera ku di nav otêlekê de 33 rewşenbîr û hunermend hatin şewitandin, bi tehrîka zêde ve girêdan. Li desthilatê partiya DYP û SHP hebûn.
Bêguman ev aliyekî babetê ye. Helbet aliyekî din a babetê jî heye. Ya rastî mirov dikare bûyerên îro bi yên wê demê ve girêbide. Komkujiya 2’yê Tîrmeha 1993’yan a Sêwasê êrîşa yekê ya kontrgerîla ya bi rûpoşa dînî ye. Komkujiyên beriya wê tim ji aliyê kontrgerîla ya bi rûpoşa mîlîyetperwerî ve dihatin kirin. Komkujiya 2’yê Tîrmehê ya Sêwasê nîşaneya guherîna rûpoş ango maskeyê ye. Mirov dikare bêje ku bi vê bûyerê re kontrgerîla ya bi rûpoşa dînî derdikeve qadê û ber bi desthilatê ve dimeşe, ev ravekirina herî di cih de ye.
Di ser 2’yê Tîrmeha sala 1993’yan re tam 23 sal derbas bûne. Di 23 salan de niha kontgerîla ya bi rûpoşa dînî bi hêztir bûye û gihiştiye asta desteserkirina dewletê. Mirov dikare bêje ku desthilata îro ketiye destê yên otêla Madimakê şewitandin e. Bêguman ev ne rasthatin e. Piraniya kesên otêla Madimakê şewitandin dûvre di nav AKP’ê de kom bûn û li siyaseta xwe berdewam kirin. Belgeyên fermî vêna bi awayekî aşkere rave dikin.
Mirov dikare komkujiya 2’yê Tîrmehê ya Sêwasê wek çalakiya ciddî ya siyasî ya yekemîn a AKP’ê ku ber bi desthilatê ve bi rê ketiye bi nav bike. Bi awayekî din mirov dikare wek ceribandina bidestxistina desthilatê pênase bike. Ev hêza navborî piştî komkujiyê di nav 10 salan de xwe birêxistin kir û gihişt desthilatê. Di 14 salên dûvre de jî desthilatê di destê xwe de digire û lê dixebite ku dewletê desteser bike.
Di ronahiya rojê de li otêlekê li pêş çavên polis û leşkeran agir berdan kesayetên herî bijare yên civakê û şewitandin. Ev çi bûyereke sawdar û sosret e, ne wisa? Yên wiha bi serê kesayetên herî bijare yên civakê de bînin, ma çi bi civakê nakin? Yên xwe bera nav dewletê didin û bi hêzeke sinordar ve rewşenbîr û hunermendan disojin, gava hêzeke mezintir bi destê wan bikeve helbet wê sosretiyên mezintir bikin. Diyar û zelal e ku wê her cure wehşet û hovîtiyê bikin.
Wisa tê gihiştin ku rêbaza şewitandina mirovan terzeke kontgerîlaya AKP’ê ye. Her wisa hêza navborî ya ku beriya 23 salan ji bo bidestxistina desthilatê ceribandinekê kir, di serdema hostatiya xwe de û di dema îhtimala wendakirina desthilatê de bi sedan mirovên di jêrzemînên Cizîrê de ku piraniya wan birîndar bûn, wek pelûpûşan benzîn kir û şewitandin.
Bûyerên 2’yê Tîrmeha sala 1993’yan a Sêwasê ku di otêlekê de mirovin hatin şewitandin û yên sibata sala 2016 an a di jêrzemînên Cizîrê de bi benzînê hatin sotin çiqasî dişibine hevdu. Her wiha pêvajoyeke girîng ji Sêwasê heta Cizîrê di meriyetê de ye. Ev jî dîroka rastîn û çîroka hebûna AKP’ê ye. Bi vî awayî têgihiştina rastiya AKP û wisa jî dîtina çawaniya hêza hemberî me girîng e.
Bêguman li Tirkiyeyê ji derveyê AKP’ê jî hêzên qetlîaman dikin hene. Piraniya kesên ku ji hêza desthilatdar a dewletê sûdwerdigirin xerîkî vî karî ne. Dîse di dîroka AKP’ê de jî gelek bûyerên komkujiyan hene. Wek mînak: Bûyera komkujiya Roboskî, komkujiyên li başûrê Kurdistanê yên wek Zergelê û Kortekê, şewitandina wargehên HDP ê û teqînên di jêr navê DAÎŞ ê de hatîn kirin.
Helbet ev tev de tên zanîn û her yek ji wan komkujiyên hovane ne. di ev sala dawî û di zivistana borî de bûyerên li bajarên Kurdan yên li Cizîr û Sûrê komkujî ne. Lê zelal e ku rêbaza şewitandin û qetilkirina mirovan aîde AKP’ê ye. Guman nîne ku di demê de bûyera Sêwasê hatiba ronîkirin û hesab ji berpirsan hatibûya pirsîn wê komkujiyên weke li Cizîrê jî bihatina astengkirin. Nekirina vî karî piştî 23 salan rê li ber komkujiyên Cizîr û li bajarên din vekiriye.
Guman nîne ku rêbaza bi riya şewitandinê ve qetilkirina mirovan rêbaza herî hovane û wehşî ye. Dibe ku yên wisa dikin ji bûyare Nemrût û Hz. Îbrahîm feyzê digirin û wisa jî mirovan dişewitînin. Em dêna xwe bidinê, mirovan him jî yên birîndar benzîn dikin û dişewtînin. Karekî wiha kîjan benîademê ku di damarên wî de xwîna mirovan digere, dikare bike? Ji bo têgihiştina rastiya AKP’ê divê mirov li van bûyeran binêre û li ser van pirsan hizir bike.
Yên ku piçekî hêz bi destê wan dikeve rewşenbîr û hunermendên civakê bi saxî disojin, gava desthilat bi destê wan bikeve xwe ji çi paş ve didin? Zelal e ku dikarin her cûre xerabiyê bikin. Birîndaran dişewitînin, bajaran wêran dikin, mizgeft û goristanan bombe dikin, cenazeyan jî li erdê kaş dikin. Yên wiha ji bo hêzê di destê xwe de bigirin dikarin her êrîşê bikin, her cûre nirxên xwe bifiroşin. Pragmatizm û durûtî karektera bingehîn a wan kesan e. Derew û hîle rêbaza wan a herî bingehîn e.
Nexwe divê em li ser Tayîp Erdogan û AKP’ê baş bisekinin. Dîsa divê mirov bi gotinên wan yên erzan û rondikên wan yên sexte nexape. Ya rastî nivîskar Oktay Ekşî wan hovan baş naskiribû û pênase kiribû. Divê Kurd û civaka Tirkiyeyê baş bizanin ku bi hêzeke çawa re rûbirû ne û şaşiyan nekin. Di rastiyê de heta niha bi piranî nêzîkbûneke şaş çêbûye û bi rondikên sexte hatine xapandin.
Ev rewş xwe di nirxandinên sala borî û di gihiştina şerê taybet a 24 ê Tîrmehê de baş dide nîşan. Helbet bandora şerê psîkolojîk jî heye. Hê jî hind kes di babeta destpêkirina şerê 24 ê Tîrmehê de ne zelal in û dibêjin, ne ji berxwedana PKK ba belkî şer çênebûya. Di dema ku Tayîp Erdogan li kolanan diqîre û dibêje, emê koka wan bînin, wan xelas bikin, de ev hizir û ramanên çewt nayên qebûlkirin.
Diyar e ku heta ev hêza ku di tevahiya zivistanê de bajaran xera û wêran kir bi awayekî seranser ji holê neyê rakirin, wê hêza xwe ji bo Madimak û Cizîrên nû bikarbîne. Her wisa êrîşa li Licê û li derdora wî jî vêna vekirî dide nîşan. wê hewlbide ku êrîşên bi heman rengî li her deverên Kurdistanê bi hovîtî bi pêş bixe. Divê mirov ji vê hîç şik nebe û nexape.
Nexwe em rastiya hov û komkujer a desthilatê di destê xwe de digirin baş nasbikin û tedbîrên xwe jî wisa bigirin. Wek hêzeke asayî nêzîkî li Tayîp Erdogan nekin. Heta Tayîp Erdogan li desthilatê be, rehetî ji Kurdan û ji civaka Tirkiyeyê re nîne. Divê em li dijî dîktatoriya Tayîp Erdogan û AKP’ê bêtir hev bigirin û têkoşîna xwe xurtir bikin. Rizgarî bi tenê di têkoşîneke wiha de ye. Divê em ji vê bawer bikin û divêtiya wê bi cih bînin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA