BI DÎMEN

Ji HDK-Ewropayê li dijî YE û Tirkiyeyê kampanya

HDK-Ewropa di serî penaberî li dijî peyamanên di navbera YE û Ewropayê de li paytexta Elmanya Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

HDK-Ewropa di serî penaberî li dijî peyamanên di navbera YE û Ewropayê de li paytexta Elmanya Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Berdevka HDK’ê Koçyigit xwest li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê deng were derxistin.

HDK-Ewropa di serî penaberî li dijî peyamanên di navbera YE û Ewropayê de li paytexta Elmanya Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Ji bo kampanyaya ku bi dirûşma ‘’Li gel mafên mirovan, demokrasî û aştiyê li dijî peymana qirêj a ku bi Tirkiyê re hatiye kirin, na! Nirxên demokratîk biparêzin’’, li Haus der Demokratîe und Menschenrechteyê hatin gel hev. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigit, li ser navê Hewldana Pêşkeftina HDK-Ewropayê Alex Kalk, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li ser navê Pariya Çepgir Tobîas Pflüger û endamê Parlamentoya Eyaleta Hamburgê ya Partiya Çep Cansu Ozdemişr tevlî civînê bûn. Di cîvînê de ku gelek nûnerên saziyên lê amade bûn bang li Tirkiye hate kirin ku dest ji komkujiyên xwe yên li Kurdistanê biqere û bêdengmayina dewletên Yekitiya Ewropayê hate rexnekirin.

 ‘PEYMAN LI DIJÎ QANÛNA PENABARIYÊ YE’

Ji Hewldana HDP-Ewropayê Kalk li ser damezrîna HDP- Ewropa rawestiye û der barê kampanayayê de ev gotin: ‘’HDP Berlîn Gulanê ev kampanyaya imzeyan da destpêkirin. Heya niha 2,500 îmze hatine berhevkirin. Bi vê daxuyaniya çapemeniyê em vê kampanyayê li tevahiya Ewropayê berbelav dikin.Ev peyman di xwe de vedihewîne ku penabarên hatine Ewrupayê dîsa li Tirkiyê vegerînin Ev peyman li dijî qanûna penaberî û koçberiyê ye. Em jî li vê derê kampanyayeke ku li dijî vê nerazîbûnê nîşan dide didin destpêkirin.”

Kalk têkildarî qebûlkirina Jenosîda Ermenan a Parlamentoya Federal a Elmanyê got, ‘’Bi vê biryarê ya rast li sûcê xwe jî mikur hatiye. Ji ber ku di wê serdemê de para Elman jî hebûye. Hem bi sûcê xwe re hevrû bûn û hem jî ev sûcê dîrokî qebûl kirin. Ev biryareke çê ye. Ez weke Ermenekî Tirkiyeyî ne têkildarî sûcên ku di serdema bihurî de hatine kirine, têkildarî sûc û komkujiyên niha de ez dixwazim ku biryara were girtin. Naxwe ev biryar wê ji çi re be.”

Li ser navê Partiya Çepgir Tobîas Pflüger jî li ser têkiliyên YE’yê û Tirkiyeyê rawestiya û got, ‘’Ev peyman ne çareserî ye. Ev bi temamî li dijî mafê mrovan û hiqûqê ye. Zûzûka divê dest ji peymanê biqerin.’’ Pflügler komkujiyên Tirkiyê yên ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne jî bi tundî şermezar kir.

 ‘YE LI DİJÎ KOMKUJYAN BÊDENG E’

Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyigit bi bîr xist ku, piştî pêvajoya çareseriya demokrarîk ku sala 2013’an ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kir,  du salan qet şer derneketiye û wiha berdewam kir: ‘’Lê ber bi hilbijartina 7’ê Hezîranê ve AKP û Erdogan pêvajoyeke bi şer dane destpêkirin û welatê me dîsa kirin qada şer. Ji wê rojê û heya niha bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan jîngeh hatin kavilkirin. Li gelek deveran ‘qedexeya derketine derve’ hate ragihandin. Bi sedan binpêkirinên mafan û sûc pêk hatin. Mirovên ku li Cizîrê hatin şewitandin, bi erdê ve kaşkirina bedena jinan tenê çend ji van mînakan in. Nih li gelek deveran ‘qedexeya derketine derve’’ berdewam dike. Di demeke wiha ku li Kurdistanê ev tişt têne jiyîn em bi dinyayek, dewletên YE’ê hevrû dibin ku dihishisênin û qet deng ji xwe dernaxînin.”

Koçyîgît wiha pê de çû: ‘’ Di demeke wiha ku malên me bi ser me de tînin xwarê û hemû qadên jiyanê têne talankirin û koçberî tê ferzkirin, Ewropa wê qet deng ji xwe dernexîne? Heke wê deng ji xwe dernexîne wê bi qubedetî meseleya demokrasiyê û azadiyê çawa li rûyê me binere bibêje? YE û Tirkiyê li ser meseleya penaberiyê li hev kirin. Her xala vê lihevkirinê de di rastiyê de sûcek e li dijî mirovahiyê. Berpirsê şerê li Sûriyê ne mirovên sivîl in. Ji bo vê jî barê Ewropayê ye ku ji penaberan re cihekî vehewîne dabîn bike û wan perwerde bike.

 ‘WÊ JI MILYONAN BIBIHURE’

Li kapman jî bêhtir endamên DAÎŞ’ê têne gihandin. Ji aliyê din ve jî ji bo ku avaniya welêt were guhartin koçber têne bikaranîn. Mînak kampên herêmên ku Elewî lê pir in têne bikaranîn. Dîsa li xeta Silopiya, Cizîrê dixwazin herêmeke tampon ava bikin. Armanc ew e ku kembera Ereban  ava bikin.

Koçyîgît rexne li dewletên Ewropayê anî û wiha pê de çû: ‘’Îro Ewropa ya ku li hemberî şerê Kurdistanê deng ji xwe dernaxîne sibehî wê kêşeyeke mestir a penaberiyê re hevrû bibe. Ji bo vê jî meseleya sereke ne ew e ku hatina penaberan were astengkirin lê mesele ew e ku jêderka kêşeyan were dîtin û çareserkirin. Ango astengkirina şer e. Mesele ew e ku ji bo ku di nav aştiyê de bijîn derfetan seferber bikin. Ji bo vê jî em dixwazin ku hemû Ewropa jî piştgirî bide gelên Sûriyeyê ku bikaribin bi azadî bi hev re bijîn. Ji bo vê ez malovaniyê li wan kesan dikim ku li pişt kamapanyaya me ne û wê ji niha pê ve vê pêvajoyê bidomînin. Ji niha û şûn de me starta vê kampanyayê da. Ez bawer dikim bi piştevaniya bi milyonan mirov em ê vê lihevkirinê ji bo gelan pûç bikin.’’

‘DI DAWIYA ÎLANÊ ÎMZEYÊN KU HATINE BERHEVKIRIN WÊ WERIN TESLÎMKIRIN’

Hevseroka KCDK-E’ê Yuksel Koç jî der barê kampanyayê de ev agahî dan: ‘’Li Ewropayê di nêv wan de Elewî, Êzdî, Misilman, Sûryanî gelek komên cihê yên baweriyê yên Kurdistanî û Tirkiyeyî 58 rêxistin niha vê kampanyayê bi rê ve dibin. Ev kampanya di serî de Elmanya, Ingiltere, Fransa, Belçîka, Hollanda li gelek welatên Ewropayê tê birêvebirin Bi komîsyonên ku wê li hemû bajar û bajarokan ava bibin were birêvebirin. Bi alîkariya hemû saziyên li  Ewropayê, rêxistinên saziyên civakî, partiyan ev xebat heya dawiya Îlonê wê were birêvebirin. Îmzeyên ku me ber hev kirin di serî de li Elmanya di hemû mîtîngên girseyî de em ê bidin parlementoyên welatan û saziyên têkildar.

XALÊN KAMPANYAYÊ

Xalên kampanaya îmzeyan ev in:

 ‘’1. Bila dawî li peymana qirêj were ku bi Tirkiyê re hatiye danîn. Bila dawî li alîkariya pere, çek û tiştên din ên lojîktik û leşkerî yên ji bo Erdogan were.

2. Di demeke nêzîk de li şûna ku soz were dayin ji bo tam endamtiya YE’yê bila zextên dîplomatîk li hikûmeta Tirkiyê were kirin. Terora dewletê û şer bila bi dawî bibe û demokrasî û aştî pêk were.

3. Li ser rêxistinên Tirkiyê û Kurdistanê yên li Ewropayê ji bo berjwendiyên Tirkiyê divê dawî li zextan were. Divê PKK li dijî ku li Rojhilata Navîn nasnameyên cihê û baweriyan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dipare ji lîsteya terorê ya YE’yê were derxistin û li Elmanya qedexeya PKK’ê were rakirin.

4. Divê li gorî Peymana Mafên Mirovan a NY û Peymana Penaberan a Cinêve were meşîn. Ji bo penaberên ku neçar mane dev ji welatê xwe berdin divê li gorî rûmeta mirovahiyê alîkarî were dayin

5. Bila ji Rojava re korîdoreke însanî were vekirin û ji bo kesên ku dixwazin vegerin Rojava îmkanên gera serbeste werin çêkirin.