Li Swêdê nijadperestên ku êrîşî xwepêşandana 8’ê Adarê kiribûn li pêşiya darazê ne

Der barê 2 endamên koma nijadperest û faşîst a bi navê partiya Sêwêdiyan ku li Malmo êrîş biribûn ser çalakiya 8’ ê Adarê ku femînîstan li dar xistibûn û 4 kes birîndar kiribûn, doz hate vekirin.

Der barê 2 endamên koma nijadperest û faşîst a bi navê partiya Sêwêdiyan ku li Malmo êrîş biribûn ser çalakiya 8’ ê Adarê ku femînîstan li dar xistibûn û 4 kes birîndar kiribûn, ji sucê teşebusa kuştina zêdetirî kesekî û birîndarkirinê doz hate vekirin.

Andeas Karlsson ê ku sala bihurî li Ûkraynayê hatibû girtin, ji sûcê 4 caran hewldana kuştinê, hevalê wî yê 29 salî jî ji sûcê bi awayekî giran birîndarkirina lîstikvanê fitbolê yê bi navê Showan Shattak ê 25 salî tên sûcdarkirin.

Di şeva 8’ê Adara 2014’an de li Malmoyê komek femînîst bi parolaya “Em şevê paşve vegerînin” xwepêşandanek li dar xistibûn. Piştî xwepêşandan bi dawî bû, 4 endamên nijatperest ên partiya Swêdî di serkêşiya Andreras Karsson de, kesên beşdarî çalakiyê bibûn dan ber kêran.

Yek ji kesên ku beşdarî çalakiyê bûyî ji kezeba xwe hate kêrkirin, yek jî ji çengê xwe birîndar bû, lîstikvanê fitbolê Showan Shattack jî ji ber derbên kêrê di beşa lezgîn de hate razandin.

Shattack, hefteyekê di nexweşxaneyê de bi razandinê hatibû dermankirin û ji mirinê filitîbû.