Ji beriya cejnê goristan hatin ziyaretkirin
Li Riha û Îzmîrê, bi wesîleya Cejna Remezanê goristanên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Li Riha û Îzmîrê, bi wesîleya Cejna Remezanê goristanên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Di pêşengtiya rêxistina HDP û DBP’ê ya bajarê Rihayê de bi wesîleya Cejna Remezanê, goristanên kesên ku di Têkoşîna Azadiyê û Demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Di ziyaretê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, MEYA-DER û xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Goristanên li Bedîuzeman û Eyubiyê yên şervanên PKK’ê û Serokê HADEP û endamê MP’ê Mûhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz ên ku di 2’yê Hezîrana 1994’an ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin. Di dema ziyaretkirinê de qurnefîl li ser goristanan hatin danîn.
Li Pirsûsê di pêşengtiya DBP’ê û HDP’ê ya navçeyê de şehîdên YPG, YPJ û PKK’ê yên li goristana Kobanê hatine definkirin hatin ziyaretkirin. Piştî rêzgirtinê malbat û siyasetmedaran şehîdgeh paqij kirin û qûrnefîl danîn ser gorên şehîdan.
ÎZMÎR
Di pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya Kesên Xizmên xwe Winda kirine (YAK-DER) de, bi minasebeta Cejna Remezanê li navçeyên wekî Dogançay, Ornek, Bornova û Çamkûle yên Îzmirê gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û kesên di komkujiya Enqereyê de bi awayekî hovane hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di serlêdana goristanan de rêveberên HDP'a Îzmirê jî di nav de, Wekîlê HDP'ê û berdevkên HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, TAYD-DER û Meclisa Dayikên Aştiyê jî beşdar bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin û qurnefîl danîn ser goran. Ertûgrûl Kurçku di ziyaretê de axivî û hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ev tişt got: "Bîranînên wan çanda me didin afirandin. Ji bo wê nikarin me têk bibin. Bîranînên wan ji me re rêber in. Ji bo kesên li dûv man azad bijîn, van mirovan jiyana xwe dan."
Kurkçu di dewama axaftina xwe de kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî bi bîr anîn û eşkere kir ku kesên ew komkujî pêk anî wê bên rûxandin.
EDENE
Li Edeneyê MEYA-DER bi boneya Cejna Remezanê goristana gora belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû,şervanê HPG’ê û YPG’ê jî di nav de yên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane lê ne, hatin ziyaretkirin. Ziyareta goristanên Asri, Kabasakal û Asri, Bûrûk, Mûtlû, Akkapi û Kuçukoba yên li navçeyên Çelê, Seyhan, Ceyhan û Yuregirê li gel Parlementera Edenê Meral Daiş Beştaş, HDP, KCD, KJA û xebatkarên çapemeniya azad û gelek kesbeşdar bûn.
Berdevkê MEYA-DER’ ê Edeneyê Mûrat Tûrgay li ser gora Bagdû daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê jiyana xwe ji dest dane birêve dibin.
Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Merla Daniş Beştaş jî axivî û destnîşan kir ku AKP li ser cenazeyan siyasetê dimeşîne û bi awayekî hovene goristan texrîb dike û xira dikin ev jî di misilmaniyê de nîne. Beştaş da zanîn ku wehşeta AKP’ê û qetlîam dewam dikin, di vê cejnê de jî mirov tên qetilkirin û wiha got: “Kuştin mirovan bi jimaran didin diyarkirin.” Beştaş anî ziman tevî êrîş, kuştin, qetlîam û wehşetan jî gel ji têkoşîna xwe gav şûn de neavêtin, têkoşînê dewam dikin.
MÊRDÎN
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê rêxistinên DBP’ê û HDP’ê gorên gerîlayên PKK’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî girseyî ziyaret kirin. Li gel nûnerên saziyan jî bi sedan kes beşdarî ziyaretê bûn. Girse destpêkê li ser gorên Mahmût Guden û birayê wî Ahmet Guden ên di sala 1979’an de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn a li Goristan Şeyh Osman ziyaret kirin. Hevserokê DBP’ê ya navçeya Dêrikê M. Şerîf Kiran axivî û behsa polîtîkayên qirkirinê yên ku bi salan li ser gelê Kurd tê meşandin kir û wiha anî ziman: “Em qet ji têkoşîna azadiyê gavê şûn de navêjin. Wekî hevriyê me Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç gotî; ‘Em qet çok nadanîn.”
Girse, piştî ziyareta li Goristan Şeh Osman û şûn de gorên gerîlayên PKK’ê yên li Goristanên Xidiran û Heremya yê ziyaret kirin.
Herî dawî gora Ekrem Kaceroglû yê di serhildana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû jî hate ziyaretkirin.