Li Minbicê wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê hate îmhakirin
Li Mibicê 3’yê wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê hatin îmhakirin.
Li Mibicê 3’yê wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê hatin îmhakirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, dema ku çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi 3’yê wesayîtê bombebarkirî êrîşî ser çeperên wan ên Ava Sacûrê bikin bersivên tûnd dan. Wesayît bê kû bigihijin hedefên xwe hatin îmhakirin.
Li hember tengavbûnê çete êdî bi wesayîtên bombebarkirî hewl didin xwe xilas bikin, ji saetên sibehê ve çete dixwazin bi dizî bikevin nava şervanan. Di hewldana dizî ya çeteyan a li gundê Saad ê li devera Mella a li başûrê ava El-Sacûr û rojavayê gundê El-Refîayê de 61 çete hatin kuştin.