Li Viyanayê hewldana êrîşê li ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê faşîstên nîjatperest hewldan êrîşî DEM KURD a girdayî Navenda Civak Kurd a Demokratîk bikin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê faşîstên nîjatperest hewldan êrîşî DEM KURD a girdayî Navenda Civak Kurd a Demokratîk bikin.
Saet der dorî 17:00’an de komekî faşîst kom bûn, xwestin ku êrîşî Komeleya DEM KURD’ê bikin. Komek ên ji ciwanên Kurd û Antîfa pêk dihatin hewldana koma faşîst astengkirin. Gelek tîmên polîsan hatin cihê bûyerê.
Erka xweparastinê ya ku di pêşengtiya ciwanan de pêk hat hê jî didome. Li pêşiya komeleyê nêzî 100 kes ji bo erka xweparastinê rawestayîne.
Li pêşiya komeleyê dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo”, “Bimre faşîzim” ,“ Terorîst Tirkiye” û “Kujer Erdogan” qîr dikin.