Li Stûttgartê bîranîna 2 şehîdên Rojava
Şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn) û şervana BOG'ê Eylem Ataş ên li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ketin, hatin bîranîn.
Şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn) û şervana BOG'ê Eylem Ataş ên li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ketin, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê roja 3'ê Tîrmehê li Gîk-Der a Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) hat lidarxistin. Merasîmê, di şexsê her du şervanên jin de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna sosyalîzm û şoreşê destpê kir.
Di axaftina li ser navê AGÎF'ê de hat bibîrxistin, ku her du şervanên jin li xaka Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên terorîst û faşîst de şehîd ketine û hat gotin, "Axa Rojava bi xwîna jinên welatparêz, şoreşger û komunîst tê avdan. Ji bo xwedî li şoreşa Rojava ku şoreşeke jinê ye derkevin, wan berê xwe dan Rojava. Bûn biryardariya xurt a têkoşîna azadiyê."
Piştî vê axaftinê daxuyaniyên MLKP Rojava û BOG Rojava yên têkildarî her du şoreşgerên jin hatin xwendin.
Di merasîmê de daxuyaniya Fermandariya Rojava ya TKP-ML jî hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna her du şoreşgerên jin a li dijî sîstema serdestiya mêr.
Li ser navê Alinterî jî axaftin hat kirin û her du şoreşgerên jin hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê, ku alîgirên AGÎF, ATÎK, Alinterî, MLKP û TKP/ML, hezên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan beşdar bûn, bi çepikan qediya.