Şehîdên Sêwasê li Parîsê hatin bîranîn

Rewşenbîrên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê hatin qetilkirin, li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

Rewşenbîrên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê hatin qetilkirin, li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

VILLENEÛVE ST. GEROGE

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), li Navenda Çanda Kurd a Cegerxwîn a li banliyoya Vîlleneûve St. George, roja 2'ê Tîrmehê merasîmeke bîranînê lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Baskê Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, helbestên Mûhlîs Akarsû û Hasret Gultekîn xwend. Ji Pîrên FEDA'yê Pîr Riza Yagmûr komkujiya Sêwasê nirxand û destnîşan kir, civakên ne rêxistinbûyî, nikarin bibin xwedî mafê axaftin û giryarê. Yagmûr ji bo Elewiyan işaret bi girîngiya rêxistinbûyînê kir.

MANTES LA JOLÎE

Qurbaniyên Komkujiya Sêwasê li herêma Mantes la Jolîe bi çalakiyek ji aliyê Dergaha Pîr Sûltan Abdal ve hat organîzekirin, hatin bîranîn. Ji rêveberên HDP'ê Ahmet Karataş li vir axivî û diyar kir, zîhniyeta bi rengekî wehşî rewşenbîr li Madimakê şewitand, îro li gelek herêmên Kurdistanê li ser kar e. Karataş da xuyakirin, ku divê Elewî, Kurd, Tirk û hemû hêzên demokrasiyê di nava xwe de yekîtiyekê bafirînin û got, "Zîhniyeta îro û wê rojê li Sêwasê xwe nîşan da, zîhniyeta faşîzma AKP'ê ye." Ji bo şikandina vê zîhniyetê jî banga têkoşînê kir. Nivîskar Îrfan Dayioglû jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, divê Elewî bibin xwedî hêza xweparastinê û destnîşan kir, pêwîstiya bi xweparastinê herî zêde di rastiya Sêwasê de derketiye holê. Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê qediya.

BÎRANÎNA LI DERGAHA PÎR SÛLTAN 

Li Dergaha Pîr Sûltan a FEDA'yê ya li Parîsê, roja 3'ê Tîrmehê rewşenbîrên li Sêwasê hatin qetilkirin, di kombûnekê de hat şermezarkirin. Merasîma liv ri bi gulbanga Pîr Riza Yagmûr destpê kir û pişter Hevseroka Dergahê Husniye Kuçukkeleş li ser komkujiya li Sêwasê axivî.

...