'Rastiya Kurd, Cenevre-3 û Tirkiye xitimand'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hevdîtinên Cenevre-3 ên bêyî Kurdan hatin lidarxistin, di rewşa heyî de xitimîne.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hevdîtinên Cenevre-3 ên bêyî Kurdan hatin lidarxistin, di rewşa heyî de xitimîne.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hevdîtinên Cenevre-3 ên bêyî Kurdan hatin lidarxistin, di rewşa heyî de xitimîne.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojava, hevdîtinên Cenevre-3 ku tê plankirin di meha Tebaxê de ji nû ve destpê bikin, wateya pêngava Minbicê, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Tirkiyeyê, siyaseta dema dawî ya Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.
'RASTIYA KURD, CENEVRE-3 XITIMAND'
Hûn asta dawî ya hevdîtinên Cenevre-3 çawa dinirxînin?
Bi rengekî vekirî bêjim, hevdîtinên Cenevre-3 êdî bi temamî xitimîne. Ji destpêkê ve me ji hêzên ev hevdîtin organîze kirin re gotin, 'eger em di nava van hevdîtinan de nebin, wê tiştek jê dernekeve'. Û rastiya me bilêv kirin, îro bi rengekî vekirî derket holê. Ji hevdîtinên Riyadê ve diviyabû em di nava hemû hevdîtinan de amade bûna. Hingî em li derve hiştin. Eger niyeta wan çareserî bûya, em ê jî li wir bûna. Yên çareseriyê naxwazin em li derve hiştin. Xwestin bi komên cuda re bikin, lê ji ber ku em di nav de nebûn, bi ser nexistin.
'DI DEMEKE NÊZ DE, DIBE KU HIN KOMÊN MÛXALEFETÊ JI SER ERDÊ HERIN'
Di van hevdîtinan de ne rejîmê dev ji zîhniyeta xwe berda, ne jî komên din alîgirê çareseriyeke siyasî ne. Bi taybetî mûxalefeta siyasî ji çareseriyeke siyasî bawer nake. Yên li derve, ku jê re mûxalefeta polîtîk tê gotin, yanî yên van hevdîtinan organîze dikin, ji ber ku li ser rûyê erdê ti hêza wan nîne, gotina wan ji bo kesî nederbasdar e. Ji ber vê yekê Amerîka û Rûsya hêdî tevdigerin û li bendê ne li ser rûyê erdê hin tişt bên guhertin. Li bendê ne ku di nava pêvajoya pêş de hin hêz, li ser rûyê erdê bi temamî ji holê rabin. Xuya ye 3 mehên li pêşiya me wê gelekî zehmet û bi şerekî giran derbas bibe.
'JI DESTPÊKA HEVDÎTINAN DE BI ME DE DI NAVA TÊKILIYÊ DE NE'
Pêkan e ku hûn ji bo hevdîtinên Cenevre-3 ên ji nû ev werin destpêkirin bên vexwendin? Ti guhertinek di nêzîkatiya hêzên tevlî hevdîtinan dibin li hemberî we heye?
Di hevdîtinên pêkane ji nû ve destpê bikin de, tevlîbûna me jî di nav de dibe ku gelek tiştên cuda rû bidin. Baş dizanin, eger em nebin wê dîsa heman tişt dubare bibe. Ji xwe ji destpêka hevdîtinan ve bi me re di nava têkiliyê de ne. Di vî warî de, bêyî em tawîzê ji nêrînên xwe bidin, em bi her kesî re hevdîtinê dikin. Di nava vê demê de bi her alî re em hevdîtinan dikin. Em ne li dijî hevdîtinan e, lewma hevdîtinên me dewam dikin. Helwesta hêzên di bin bandora Tirkiyeyê de ne, ya li hemberî me neguheriye. Di helwesta hin komên din de hin guhertin heye. Dixwazin bi rengekî veşartî bi me re hevdîtinê bikin. Em jî bi wan re neyekser jî be, hevdîtinan dikin.
'EM LI BENDA BERSIVEK DE MÎSTÛRA NE'
Nûnerê Taybet ê NY De Mîstûra li ser hejmara Kurdên li Rojavayê Kurdistanê axaftinek kiribû. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?
Ev gotina De Mîstûra gotinek di bin bandora hin tiştan de hatiye bilêvkirin û dûrî ji rastiyê ye. Bawerim wê De Mîstûar hewl bide vê sererast bike. Ev gotin, li rewşa wî nayê. Li gorî çi, ev gotin bilêv kiriye? Ji vê derê bang lê dikim û dipirsim. Em li benda bersivekê ne.
'PÊŞVEÇÛNA ME PLANA HÊZÊN HERÊMÎ TINE KIR'
Di serî de Tirkiye, bandora hêzên herêmî li ser rewşê hê dewam dike?
Bandora Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê mîna berê nîne. Li herêmê ji ber pêşketina rast a li aliyê me, siyaseta van herêman serûbin bû. Tirkiye piştî têkiliya bi Rûsyayê re dibe ku li herêmê ji aliyê xwe ve hin guhertinan bike. Cîhanê fêm kir, bêyî Kurdan ti hevdîtin an jî ti proje nikare pêk were. Di serî de Tirkiye, hemû planên hêzên herêmî yên li ser Sûriyeyê, li bin guhê rastiya Kurdan ketin û tine bûn.
'EM Ê DEV JI FERASETA XWE YA SÎSTEMÊ BERNEDIN'
Ragihandina sîstema federal a herêma Rojava nîşaneya çi ye?
Armanca sîstema federal, projeya jiyana bi hev re ya gelan e. Navê vê ne girîng e. Navê vê dikare federalîzm be, yan jî tiştekî din be. Daxwaza me ya bingehîn şênberbûyîna sîstemê ye. Bêguman wê rejîmeke navendîparêz ji nû ev pêk neyê. Me navê federalîzmê li vê kir. Em ê dev ji vê feraseta xwe ya federalîzmê bernedin. Ji bo zelalbûna vê sîstemê, pêwîstiya me hinekî din bi demê re heye.
'SÎSTEMA FEDERAL RASTIYEKE CÎHANÊ YE Û XWE FERZ DIKE'
Hêzên li dijî ragihandina federalîzmê derdikevin hene?
DYA û Rûsya nikarin li dijî vê derkevin, ji xwe sîstema wan jî sîstemeke bi vî rengî ye. Sîstema federal êdî rastiyeke cîhanê ye û xwe ferz dike. Sîstema federal li cîhana Ereban jî heye. Emaretên Ereb ên Yekbûyî ji xwe sîstemeke federal e. Li welatekî ku nifûsa xwe ne mîlyoneke jî, ev bi cih tê anîn. Çima li Sûriyeyê bi cih neyê? Daxwaza ma ya sîstema federal, li ser bingah daxwaza xwerêvebirina gelan e. Ji destpêkê ve ev daxwaza me diyar e. Di destpêkê de ji ber şert û mercên siyasî û leşkerî, me xweserî ragihand. Îlana me ya xweseriyê her tim di çarçoveyeke bingehîn de bû. Niha jî bi berfirehbûna herêman ve em federalîzmê pêşniyar dikin. Ji xwe, eger em vê bikin, em ê bi gelan re bikin.
'DI NAVA SÎSTEMA FEDERAL DE HERÊMÊN XWESER ÊN GELAN DIKARE HEBIN'
Hûn sîstema federal ji bo tevahiay Sûriyeyê pêşniyar dikin?
Belê em sîstema federal ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşniyar dikin. Êdî ne pêkane Sûriye di nava yek sîstemê de yan jî di nava şert û mercên berê de bê birêvebirin. Dewleteke navendîparêz êdî nepêkan e. Ji ber vê yekê îdîaya me federalîzm e. Naveroka sîstema federal xwe dispêre jiyana wekhev û bi hev re ya gelan. Di nava vê sîstemfa federal de xweseriya gelan jî dikare hebe. Di nava vê sîstema federal de Kurd, Elewî, Suryanî, Tirkmen, Ereb dikarin xwedî herêmên xweser bin. Bi sîstema federal re rejîma berê wê li holê nemîne. Em qala sîstemeke pirengî dikin li dijî feraseta tekparêz.
'EGER EM LI CENEVRE-3 AMADE BIN, LI WIR JÎ WÊ PÊŞNIYARA ME SÎSTEMA FEDERAL BE'
Eger hûn ji bo Cenevre-3 werin vexwendin, gelo hûn ê bi pêşniyara sîstema federal li dora masê rûnên?
Belê, ji xwe yên li dora wê maseyê rûniştine, heta niha ji bo siberoja Sûriyeyê ti proje pêşkêş nekirine. Pêşniyarek bê kirin, em ê li nîqaşkirina wê re vekirî bin. Li Cenevre-3 heta niha nîqaşek li ser Sûriyeyeke çawa, nehat kirin. Hesabê wê rejîmek biçe, rejîmeke din bê tê kirin. Armanca wan, serdestiya rejîma were yan jî parastina rejîma kevn e. Armanca her kesên di hevdîtinan de cih digirin, bidestxistina desthilatdariyê ye. Hin jî qala demokrasiyê dikin, lê nabêjin demokrasiyeke çawa. Qala demokrasiyeke klasîk dikin, ew jî êdî li Sûriyeyê derbas nabe, em jî qebûl nakin. Bi vî şerê navxweyî ve haya hemû gelan ji nasnameya xwe çêbû û ferzkirina feraseteke tekparêz wê şer kûrtir bike. Lewma sîstema federal ya herî baş û di cih de ye.
'YÊN DESTEKÊ DIDIN ŞOREŞA SÛRIYEYÊ LI DÛ AVAKIRINA MÛXALEFETA NÛ YE'
Hêza jê re mûxalefet tê gotin çiqas e û çiqasî dikare bandorê bike?
Ne xurt in. Ji nava komên çekdar eger hûn Cebetul Nûsra derxînin, hingî kes namîne. Lewma DYA yan jî hêzên herêmî, rojavayî yên destekê didin şoreşa Sûriyeyê dixwazin komên nû yên mûxalefetê derxînin an jî yên heyî bikin yek. Lê ev rewşa dixwazin biceribînin bi ser nakeve. Ji ber hêzên herêmî, bi me re jî hevpariyê nakin. Lê belê her tişta ku hêzên herêmî dixwazin li Sûriyeyê bikin, li bin guhê dîwarê Kurdan dikevin û tine dibin. Hemû destekên van hêzan diçin ji DAIŞ'ê re. Ji ber ku ev êdî derketiye holê, weke alternatîf niha dixwazin destekê bidin Cebetul Nûsra. Ew jî xwe di nava lîsteya terorê de ye. Li holê Ararul Şam dimîne, mejiyê wê jî ji xwe yê DAIŞ'ê ye. Yanî ji bilî me, ti hêzeke sekuler, laîk û demokrasiyê esas digire, nîne.
'ROLA AKTORIYÊ YA TIRKIYEYÊ QEDIYA, AKTORÊ NÛ EM IN'
Rola aktoriyê ya Tirkiyeyê dewam dike?
Roleke aktoriyê ya Tirkiyeyê heye, lê aktorekî mîna berê nîne. Weke aktorekî zerarê dide herêmê tê bilêvkirin, tê naskirin. Veguheriye aktorekî ku dixwaze desthilatdariya xwe ya şexsî û ruhê berê yê Osmanî zindî bike, ji bo vê jî di nava damezrîner û destekvanên rêxistineke bûye belayê serê cîhanê, cih digire. Li herêmê êdî gelekî bi tenê ma ye ku nirxê mirovahiyê esas digire, demokrasiyê esas digire, laîktiyê esas digire. Ew jî Kurd e. Hem haya Ewropayê hem jî haya tevahiya cîhanê ji vê rastiyê heye. Sedema mezin a eşkerebûna vê rastiyê jî têkoşîna gelê Kurd e ku bi hêza xwe dimeşîne. Êdî hatiye dîtin, ku Kurd hêza herî mezin a li herêmê dest jê nayê berdan e. Li derveyî me feraseteke heye ku xîlafetê dixwaze û dixwaze herêmê bibe 1500 sal beriya niha.
Sibe:
Pêngava Minbicê û girîngiya wê. Germbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsya û Îsraîlê re tên çi wateyê?
Operasyonek li hemberî Mûsilê pêkan e, eger pêkan be, kî li pêşiya wê asteng e?
DAIŞ'ê çima Tirkiye hedef girt?
Erdogan wê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin?
Tirkiye bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtinê dike?