NCKD’ê bang li NY, YE û Swêdê kir ku li hember Tirkiyeyê xwedî helwest bin

NCKD-S, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo li herêmê sûcên xwe yên şer binixumîne, herêmên qedexe îlan dike, rê nade ku rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî biçin van herêman.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê (NCKD-S) , bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku di van salên dawî de li Kurdistanê dide meşandin û bi taybet li gelek navendên jîngehê bi qedexeyan îlan dikin û herî dawî jî navçeya Licê bombe kirin. Ji bo bidawîkirina qetlîam û êrîşan bang li Neteweyên Yekbûyî , Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê kir ku bikevin nav hewldanan.

NCDK-S, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo li herêmê sûcên xwe yên şer binixumînin, heremên qedexe îlan dikin, rê nade ku rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî biçin van herêman.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê trajediyek mirovî, ekolojî û aborî heta dawiyê heye, herî dawî jî dewleta Tirk bi balafirên şer û helîkopteran Licê bombe kirin, dar û daristan şewitandin, gund şewitandin û gundiyên ku xwestin bax û daristanê xwe vemirînin çûn cihê şewatê jî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin êşkencekirin, binçavkirin û girtin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê destnîşan kir, piştî ku hikûmeta AKP’ê polîtîkayên nû yên şer li Kurdistanê da destpêkirin, 500 hezar Kurd ji xaka xwe hatin sirgûnkirin. Navendê ji bo bidawîkirina sûcên şer ên dewleta Tirkiye bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê kir ku hemû derfetên di destê xwe de bi kar bînin.