Parlamenterê CHP’ê Erdem hate binçavkirin
Parlamenterê CHP’ê Eren Erdem, bi biryara dozgeriyê piştî li firokeyê siwar bû, hate peyakirin û hate binçavkirin.
Parlamenterê CHP’ê Eren Erdem, bi biryara dozgeriyê piştî li firokeyê siwar bû, hate peyakirin û hate binçavkirin.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Eren Erdem diyar kir ku dema li balafirxaneya Ataturkê bû, tevî ku qedexeya derketina dersînor li ser wî nîne jî bi biryara dozgeriyê ji firokeyê hatiye peyakirin.
Erdem ji ser hesabê xwe yê twîtterê agahî da û wiha got:
“Ji bo malbata xwe ya ku li derveyî welat in û bi ‘sedemên’ ‘gefên kuştinê’ dijîn, ziyaret bikim li firokeyê siwar bûm, bi biryara dozgeriyê hatim peyakirin! Niha ez li Balafirxaneya Ataturkê têm ragirtin. Dozgeriyê ferman daye tevî ku qedexeya mîn a dersînorî nîne jî, çûyina min hate astengkirin. Li balafirxaneyê me.”