Yên bi wê êşê dizanin pirsîn: Hûrşît Kulter li ku ye?

Gelek kesên xizmên wan di cînayetên siyasî û kuştinên kiryar nediyar de hatine qetilkirin, bi rêya medya civakî pirsa "Hûrşît Kulter li ku ye?" pirsîn.

Keça Îlhan Erdost ê di 7'ê Mijdara 1980'î de hat qetilkirin Alaz Erdost got, "Ez keça Îlhan Erdost ê li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê bi lêdanê hat kuştin im. Ji bo li vî welatî cînayetên nû yên siyasî rû nedin, ez dipirsim; Hûrşît Kulter li ku ye?"

Zeynep Altiok keça Metîn Altiok ê li Sêwasê hat şewitandin got, "Ez keça helbestvan Metîn Alitok im ku bavê min di komkujiya li Sêwasê de hat qetilkirin. Ji bo li vî welatî cînayetên nû yên siyasî rû nedin, ez dipirsim; Hûrşît Kulter li ku ye?"

Alev Ozguner keça Sevînç Ozguner a di 23'ê Gulana 1980'î de li mala xwe hat qetilkirin, Mazlûm Çîmen kurê Nesîmî Çîmen ê li Sêwasê hat qetilkirin, Fîlîz Alî keça Sabahattîn Alî yê di binê çavan de hat windakirin, malbata Hasan Ocak, ji malbata Umît Kaftancioglû yê di sala 1980'î de hat qetilkirin Nakî Kaftancioglû, Meryem Goktepe xwişka Metîn Goktepe, Eren Aysan keça helbestvan Behçet Aysan ê li Sêwasê hat şewitandin pirsa "Hûrşît Kulter li ku ye?" kirin.

...