‘Kurd divê bi hêza xwe bawer bin; yekîtiya xwe xurt bikin’

Serokê Navenda Lêhûrbûn û Lêkolîna Kurdên Misirê Recayy Fayyîd ku ji serwîsa Erebî ya ANF’ê re axivî, got divê Kurd bi hev re têbikoşin.

Serokê Navenda Lêhûrbûn û Lêkolîna Kurdên Misirê Recayy Fayyîd bang li Kurdan kir ku bibin yek.

Serokê Navenda Lêhûrbûn û Lêkolîna Kurdên Misirê Recayy Fayyîd ku ji serwîsa Erebî ya ANF’ê re axivî got divê Kurd bi hev re têbikoşin.

Fayyid wiha derbirand, ‘’Hin xisûsên sereke yên ku em li ser li hev dikin û li hev nakin hene, lê dema ku me li hev nekir divê em li ser prensîbên lihekirinê hûr bibin.’’

Fayyid bal kişande ser mudaxeleyên derveyî yên arasteyî Kurdan ên heyî û pêkan û girîngiya xurtkirina yekitiyê destnîşan kir û got divê gel bi hêza xwe bawer be.

Fayyid diyar kir hêzên derveyîn piranî caran planên xwe yên der barê Rojhilata Navîn venaşêrin, bi eşkereyî pêk tînin û diyar kir gelên din ên herêmê nikarin geşedanê bixwînin.

‘MISIR HEWL DIDE KU XWE BI SER HEV DE BÎNE’

Fayyid bal kişande ser rewşa Misirê ya li herêmê û got, ‘’Misir di encama şert û mercên resen de ku ji nav derketiye, niha hewl dide ku xwe bi ser hev de bîne û dîsa li herêmê cihê xwe yê xwezayî bibîne. Ku Misir rabe hemû herêm wê pê rabe.’’

Serokê Navenda Lêhûrbûn û Lêkolîna Kurdên Misirê Recayy Fayyîd ji hêla akademîsyen û nivîskaran ve di 2015’An de bi fermî li Qahîreyê dest bi karê xwe kir.