Şehîdên Rojava li Bûenos Aîresê hatin bîranîn

Kurdistan Desde del Sur, ji bo şehîdên Rojava merasîmeke bîranînê lidar xist.

Merasîma bîranînê ya li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, ji aliyê Kurdistan Desde del Sur ve hat organîzekirin.

Li ser navê Komeleya Convergencîa Socîalîsta Jûan Carlos Beîca ewilî axivî. Beîca da xuyakirin, ku wî derfet dîtiye çend ji şehîdên Kurdistanê nas bike û ew ji dil destekê dide têkoşîna van şehîdan.

Di bîranînê de li ser navê Tendencîa Gûaverîsta (Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê), Defensorîas de Gênero (Parêzvanên Zayendî), MODADEF (Tevgera Azadkirina Girtiyên Siyasî yên Perûyî) û koma înternetê ya Kurdistan Desde del Sur, axaftin hat kirin.

Qisekeran bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna li Kurdistanê û bi rêya bloga Kurdistan Desde del Sur dixwazin bala hemû gelên Arjantînê û hemû gelên bi zimanê Spanyayî daxivin bikişînin ser mijarê.

Di merasîma bîranînê de her wiha sînevîzyonek li ser jyana Arîn Mîrkan, Mûssa, Ebû Leyla û Viyan Peyman hat nîşandan.

Bîranîn bi gotina stranên li ser şehîdan qediya.