Li Dresden û Romayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê û li bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê û li bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan.

DRESDEN

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê, li Albertplatzê kon hat vedan. Li vê derê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê kiriye û dike, agahî hatin dayîn.

ROMA

Bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Ararat a Romayê, li meydana Vîa Pîazza Argentîna ya Romayê konê agahdarkirinê hat vedan. Tevî welatparêzên Kurd, gelek dostên Îtalî bi rengekî çalak tevlî çalakiyê bûn û gelek belavok belav kirin.

Çalakiyê saet di 14:00 de destpê kir û saet di 19:00 de bi dawî bû. Di vê çalakiyê de li ser mijarê agahî ji Îtalyaniyan û tûrîstan re hat dayîn.