BI DÎMEN

Zîlan li Moskowayê hat bîranîn

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan û Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê hat organîzekirin. Çalakiya bîranînê ya li Navenda Çanda Kurd a li paytext Moskowayê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre li ser jiyana Zeynep Kinaci (Zîlan) sînevîzyon hat nîşandan.

Endama Desteya Rêveber a KJK'ê Çinar Tolhildan li ser wate û girîngiya rojê axivî û diyar kir, Zîlan li dijî hêzên mêtînger sembola berxwedana fedayî ya gelê Kurd e.

Tolhildan got, "Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî hêzên dagirker berxwedanek mezin heye. Bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li dijî çeteyên paşverû gelek hevalên me bûn Zîlan. Hemû destketiyên îro yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi saya van hevalên me yên hêja bi dest ketine."

Çinar Tolhildan di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dewleta Tirk a li pêşberî xeta berxwedanê ya gelê Kurd bêçare ma ye, bi tecrîdkirina Rêbertî re dixwaze gelê Kurd ceza bike. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me, pêwîste Kurdistanî hê bêhtir tevlî nava têkoşînê bibin û vê zilma AKP/Erdogan a li ser gelê me biqedînin."