'Di dema herî rast de em li cihê herî rast bûn; li Pirsûsê'
Yuzgeç û Ok ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîn gotin, "Li ser banga şoreşê em bi rê ketin. Di dema herî radest de em li cihê herî rast bûn."
Yuzgeç û Ok ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîn gotin, "Li ser banga şoreşê em bi rê ketin. Di dema herî radest de em li cihê herî rast bûn."
Kêm ma ye di ser komkujiya Pirsûsê ya ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin salek derbas bibe. Hê li kiryarên komkujiyê doz nehatiye vekirin. Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Însiyatîfa Malbatê Pirsûsê û Platforma Edalet ji bo Pirsûsê, bi daxwaza edaletê lez dan hewldanên xwe.
Ciwanên Sosyalîst ên bi dirûşma "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" ji Stenbolê heta Amedê li gelek bajaran çalakî lidar xistin, wê di 16'ê Tîrmehê de jî li Stenbolê bi dirûşma "Ti xewn û xeyal wê nîvco nemîne" mîtîngeke mezin a edaletê lidar dixin.
Di salvegera komkujiyê de Hevserokê SGDF'ê Ogûz Yuzgez û ji rêveberên federasyonê Ûgûr Ok, sedema birêketina 20'ê Tîrmehê ji me re vegotin.
Her du ciwanên ku roja 20'ê Tîrmehê li Pirsûsê hevrêyên xwe, dostên xwe ji dest dan, bi birîndarî ji vê hovîtiyê rizgar bûn. Yuzgeç û Ok demeke dirêj li nexweşxaneyê tedawî bûn.
ME ROJAVA WEKE ŞOREŞA XWE DÎTIBÛN
Yuzgeç da xuyakirin, ku SGDF'ê ji destpêkê ve şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dîtiye û bibîr xist, Sînan Sagir û Emre Aslan ên bi heman nêrînê çûn Rojava û di şerê li wir de şehîd ketin, berê endamên SGDF'ê bûn. Yuzgeç got, "Me şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dîtin û hewl dan bi şoreşê re têkiliyê deynin."
Şervanê MLKP'ê Emre Arslan (Alîşêr Dersîm) di dema parastina Kobanê de roja 24'ê Sibata 2015'an, Sînan Sagir (Sûphî Garzan) jî li eliya Alya ya Serêkaniyê di 16'ê Adara 2015'an de şehîd ketibûn.
Yuzgeç bibîr xist, ku weke SGDF ew bi rengekî çalak tevlî berxwedana li Gezî bûn û got, "Me berxwedan, piştgiriya hev û têkoşîn herî zêde li Gezî dîtin. Weke zarokên Gezî me biryar dan biçin Kobanê."
DIRÛŞMA KAMPANYAYÊ LI PIRSÛSÊ DIYAR BÛ
Nêrîna birêxistinkirina kampanyayek ji bo avakirina Kobanê, di Sibata 2015'an de li Pirsûsê derketibû holê. Ûgûr Ok bibîr xist, ku di dema operasyona paqijkirina derdora Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, di meha Sibatê de ew hefteyekê hem li depoyên alîkariyê dixebitîn, hem jî li ser sînor nobed girtin. Ok da xuyakirin, ku dema ew bûn mêvan li maleke Pirsûsê, dirûşma "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" ya kampanyayê derket holê.
HESTA XWEGIHANDINA ŞOREŞÊ GELEKÎ XURT BÛ
Mîna li nava hemû ciwanên çûn Pirsûsê hebû, li gel Yuzgeç û Ok jî hesta xwegihandina şoreşê gelekî xurt bû. Bi vê rêwîtiyê ve wê alîkariya di nava du mehan de dabûn hev bigihanda Kobanê û tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibûna.
Ciwanên Sosyalîst dizanîbûn, ku astengî dikare derkeve pêşiya wan. li gorî wan, herî zêde wê li ser sînor polîs û leşker mudaxleyî wan bike, dikare wan binçav bike. Lê belê mîna ku Ûgûr Ok got, ew ne li benda êrîşeke bi vî rengî ya bombeyî bûn.
Êrîşa bombeya zindî ya li Pirsûsê, bû êrîşa destpêkê ya bombeya zindî ya DAIŞ'ê, ku li hemberî gelên Tirkiyeyê pêk anî. Beriya vê êrîşê, bombe danîbû qada mîtînga HDP'ê ya li Amedê. Piştî Pirsûsê, êrîşên bombeyî yên bi êrîşkarên xwekuj, li hemberî mîtînga aştiyê ya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, Sûltanahmet, Taksîm û Balafirgeha Ataturkê hatin kirin.
Di vê êrîşa ku li Tirkiyeyê serdemeke nû ya şer da destpêkirin de çima SGDF hedef hat girtin?
Ûgûr Ok bersivê dide vê pirsê û dide zanîn, ku biryara şer a di MGK a Cotmeha 2015'an de hat girtin, li Pirsûsê hat destpêkirin û meşandin. Ok destnîşan dike ku li Pirsûsê SGDF'yî bi taybetî hedef hatin girtin û bibîr dixîne, ciwanên SGDF'yî heta niha têkiliyeke gelekî xurt û çalak bi Şoreşa Rojava re danîne. Ok got, "Di hedefgirtina SGDF'ê de hebûna vê têkiliya xurt, roleke mezin dilîze. Eger em karîbûna biçûna, me karîbûya xwe bigihanda Kobanê û şoreşê, vê yekê wê li rojavayê welêt deng veda. Bi vî rengî fikirîn. Yên çûn jî wê bi vê moralê vegeriyan û têkoşîna xwe ya li vê derê jî bi vî rengî dewam bikira."
DEMA HERÎ RAST BÛ
Yuzgeç di wê baweriyê de ye ku wan di dema herî rast de bersiv dane banga Kobanê û got, "Dema herî rast bû." Hevserokê SGDF'ê Yuzgeç wiha dewam kir: "Ji bo avakirina şoreşê, em di dema herî rast de li cihê herî rast bûn. Weke SGDF serketina me ya herî mezin ev bû. Cihê herî rast, dema herî rast. Her kesî dixwest Kobanê ava bike, lê gelekî dudil bûn. Fikar gelekî zêde bûn. Di nava wan hemû fikaran de me gaveke gelekî mezin avêt. Lewma bi sedan ciwan xwedî li kampanyayê derketin. Ji ber ku pêwîstiyek hebû û me jî dixwest bersivê bidin vê pêwîstiyê. Lewma dema herî rast bû. Piştî komkujiyê me ti carî negot, 'xwezî em neçûbûna'. Me biryareke şoreşgerî dan û bi cih anîn."
TIRK, EREB, KURD, ÇERKES, LAZ
Tevî Stenbolê, ji Enqere, Îzmîr, Eskîşehîr, Samsûn, Edene, Mersîn, Antakya Wan, Colemêrg/Gever, Amed, Mûş, Mêrdîn/Qoser û ji Bûrsayê zêdeyî 300 şoreşger, ku di nav de ciwanên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkes û Laz jî hebûn, bi rê ketin.
Navên mirovên di komkujiya li Pirsûsê de hatin qetilkirin û cihê jê bi rê ketin bi vî rengî ne: Alîcan Vûral (Samsûn), Alper Sapan (Eskîşehîr), Aydan Ezgî Şalci (Samsûn), Buşra Mete (Stenbol), Cebraîl Gunebakan (Edene), Cemîl Yildiz (Stenbol) , Çagdaş Aydin (Stenbol), Dûygû Tûna (Stenbol), Ece Dînç (Stenbol), Emrûllah Akhamûr (Mêrdîn/Qoser), Erdal Bozkûrt (Îzmît/Darica), Evrîm Denîz Erol (Mûş), Ferdane Kiliç (Bûrsa), Hatîce Ezgî Sadet (Stenbol), Îsmet Şeker (Stenbol), Kasim Deprem (Riha/Kaniya Xezalan), Koray Çapoglû (Stenbol), Medalî Barûtçû (Mûş), Mert Comert (Samsûn/Bafra), Mûrat Yûrtgul (Mêrdîn/Qoser), Nartan Kiliç (Bûrsa), Nazegul (Bahar) Boyraz (Stenbol), Nazli Akyurek (Îzmît), Nûray Koçak (Îzmît), Okan Pîrînç (Antakya), Osman Çîçek (Riha/Kaniya Xezalan), Polen Unlu (Stenbol), Serhat Devrîm (Mûş), Suleyman Aksû (Colemêrg/Gever), Ugûr Ozkan (Stenbol), Vatan Bûdak (Stenbol), Veysel Ozdemîr (Amed), Yûnûs Emre Şen (Edene).