KCDK-E ji bo meşa 9'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E ji bo meşa 9'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê, ku wê li dijî polîtîkayên hikûmetên AKP û Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ragihand, hikûmeta Elman a destekê dide polîtîkayên qirêj ên hikûmeta AKP'ê, polîtîkayên xwe yên qedexe û krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên Kurdan dewam dike. 

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de hat gotin, "Gel, siyasetmedar, akademîsyen, saziyên çapemenî û demokratîk ên Elman di dema dawî de nîqaşê li ser rakirina qedexeya li ser PKK'ê dikin û dixwazin destek ji têkoşîna Kurdan re bê dayîn. Lê belê hikûmeta Elmanyayê berevajî vê yekê, polîtîkayên xwe yên qedexekirin û ajankirinê didomîne, meş, mîtîng û festîvalên Kurdan qedexe dike."

KCDK-E bal kişand ser va polîtîkayên hikûmeta Elmanya yên destekê didin AKP a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê û wiha dewam kir: "Hem Kurd, hem, hem jî gel û raya giştî ya Elman nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin. Elmanya hêzê dide hikûmeta AKP'ê ku bi rengekî bêperwa polîtîkayên xwe yên qirêj li Kurdistanê bimeşîne. Di heman demê de zerarê dide hiqûq û demokrasiya Elman. Ev polîtîka alîkariyê nade mirovên li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoşin, destekê dide xwediyê zîhniyeta înkar û şer."

KCDK-E da zanîn, ku ev polîtîka bi kêrî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya li Rojhilata Navîn nayê û hat gotin, "Qedexekirin û krîmînalîzekirina tevgerkee mirovahiyê ya ku li Şengalê Kurdên Êzidî rizgar kir, li Iraq û Sûriyeyê Asûrî, Tirkmen, Ereb, Elewî, Xiristiyan rizgar kir, wê li Rojhilata Navîn karê DAIŞ û AKP'ê hêsan bike.

Weke pêkhateyên KCDK-E em bang li hikûmeta Elman dikin, ku vê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan biguherîne û destekê bide azadî û demokrasiyê.

Her wiha em bang li hemû navendên xwe yên civaka demokratîk, saziyên xwe û hêzên demokratîk şoreşger dikin, ku tevlî meşa navendî ya 9'ê Tîrmehê ji aliyê Ciwanên Azad ve li Dusseldorfê tê organîzekirin, bibin.

Di vê çalakiyê de wê daxwaza berdana siyasetmedarên Kurd ên girtî û guhertina polîtîkaya Kurd li Elmanyayê were kirin. Çalakî wê li navnîşana: DGB Haus/ Friedrich-Ebert-Stasse 40210 Düsseldorf'ê saet di 11.00 de destpê bike."