Sûcû: Ozgur Gundem li dijî talankirina xwezayê derdikeve

Sergen Sûcû ku ji bo rojekê bû rêveberê weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê got, "Ez serbilind im ji ber ku li vir im."

Kampanya "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar" a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin, dewam dike. Îro jî ekolojîst Sergen Sûcû, ku çûyîna leşkerî red kiriye, bû rêveberê giştî yê rojnameyê. Sûcû tevî xebatkarên rojnameyê tevlî civîna nirxandina nûçeyan bû.

Di axaftina xwe ya li civînê de Sûcû got, "Rojname, li dijî polîtîkayên AKP'ê yên xweza û peravan pêşkêşî jêxuran dikin, li ber xwe dide. Ozgur Gundem di nava rewşeke ku xweza û bajar tên talankirin de, şiyara aştiyê digihîne gel. Ez serbilind im ji ber ku li Gundemê me. Ji ber ku ev rojname li hemberî dewletê xwedî sekneke berxwedêr e."

Sûcû nerazîbûn nîşanî girtina rêveberên nobedar ên weşana giştî da û got, "Li pêşberî me dewleke welê heye, ku jê nayê perspektîfa azadiyê ya Ozgur Gundemê rake. Li hemberî sekna polîtîk û xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd, dîwarekî faşîzmê tê lêkirin."

Sûcû diyar kir, ew ancax bi saya Ozgur Gundemê dikare nûçeyên li ser Santrala Nukleerî ya Akkûyû ya li Mersînê, HES ên li Derya Reş û LGBTÎ bi xwîne.