NAV DEM: Cejna remezanê li gelê me piroz be!
NAV-DEM’ê bi daxuyaniyekî nivîskî cejna Remezanê ya alema îslamê pîroz kir. Da zanîn ku bi sedema şerê li Kurdistanê tê meşandin, gelê Kurd nikare cejna mubarek a Remezanê pîroz bikin.

NAV-Demê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan hez dikir ku vê cejnê di nava aramî û aştiyê de derbas bikin. Lê mixabin, ji ber ku li tevahiya Kurdistanê, şerekî pir dijwar ê hovane tê meşandin, jiyan li gelê bûye jehir.
NAV-DEM’ ê bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd û wiha pê de çû: “Ev bû salek, dewleta AKP’ê, bi hemû wahşeta xwe êrîşî ser gelê me dike û vê meha Remezana pîroz jî rihetî û xweşî nedan gelê me û her roj êrîşên wan dewam dike, lewma wisa diyar e ku gelê me, ew ê nikaribe ji ber zilma hêzên çekdar ên dewleta dagirker cejna xwe ya olî ya Remezanê jî pîroz bike.
Ya herî xerab jî ev e ku, DAIŞ û AKP, du hêzên bi navê îslamê vê zalimtiyê li ser gelê me didin meşandin. Bi taybetî li ser Şoreşa Rojava û pişre li Başûr û niha jî bi giranî di van 10 mehên dawî de li Bakûr êrîş û kiryarên wahşî pêkanîn-pêktînin.
Gelek bajar û gund; weke Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever, Şirnex û hwd.hema hema bi tevayî wêran û talan kirin û bi sedan mirov bi saxî şewitandin, laşên wan perçeperçe kirin.
Ji bo şikandina desthilatiya van zaliman û rakirina vê wahşeta li ser gelê me û welatê me, bi tenê rêyek maye. Ev jî; serîhildan e, berxwedan e, ev jî bi hevgirtin û tifaq û tevgêra gelê me pêktê.”
Herî dawî daxuyaniya NAV-Demê wiha diyar kir: “Heta niha gelê me, ev vîna xwe ya berxwedêr bi biryardarî daye nîşandan, serê xwe ne tawand û em bawer dikin ku gelê me li himber vê zilmê û faşîzmê wê bi ser dikeve.
Bi vê bîr û baweriyê, em careke din bi dilşikestî be jî em Cejna Remezanê li gelê xwe pîroz dikin û em dibêjin; êdî em ê hemû şahî, şîn û cejnên xwe bikin qada tekoşînê û berxwedanê. Li ser vê bingehê em dibêjin; serkeftin a gelê me ye, binkeftin a Erdogan e!”