ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tecrîd li Goteborgê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat şermezarkirin. -
Şehîd Herekol li Bern û Stûttgartê hatin bîranîn
Hisên Şawîş (Şehîd Herekol) ê li Rojavayê Kurdistanê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Bern ê Swîsre û bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Şervanê YPG'ê Şîrîn Amed û hevalên wî li Parîsê hatin bîranîn
Şîrîn Amed ê li Minbicê di operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de şehîd ket, tevî hevrêyên xwe yên YPG'yî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîse hat bîranîn. Malbata Şîrîn Amed jî tevlî merasîma bîranînê bû. -
Tecrîd li Stockholm, Bremen û Kopenhagenê hat şermezarkirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li Stockholm, Bremen û Kopenhagenê çalakî hatin lidarxistin. -
Tecrûbeyek Xweseriya Demokratîk: Rojava
Pirtûka Yasîn Dûman a bi navê "Rojava: Tecrûbeyek Xweseriya Demokratîk" ji Weşanên Îletîşîmê derket. -
Di şerê li Başûrê Minbicê de 23 çete hatin kuştin
Hat ragihandin ku di şerê li Başûrê Minbicê qewimî de herî kêm 23 çete hatin kuştin. -
Ji KNK’ê li Kerkûkê civînekî bi mijara kirîzên li Başûrê Kurdistanê
Kongereya Netewa Demokratîk (KNK) li Kerkûkê rojevekî bi mijarên bûyerên ku li Kurdistanê û kirîzên ku li Başûrê Kurdistanê tên jiyîn civînek li dar xistin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê ku di berxwedana gundê Eherzê de birîndar bibû û rakiribû nexweşxaneyê û tevî hemû hewldanan jî, jiyana xwe ji dest da eşkere kir. -
Li Moskova, Tokyo û Bremenê tecrîd hate protestokirin
Li paytext Moskova ya Rûsyayê, paytext Tokyo ya Jeponyayê û bajarê Bremen ê Elemenyayê tecrîda hate protestokirin. -
Li Melbourneyê mîtînga azadî ji bo Ocalan
Li Melbourne ya Awûsturalyayê li dijî darbe, komkujî û dîktatoriyê, li Federatîon Sqûareyê mîtîngeke protestoyî hate kirin. -
Di şerê li Ordûyê de 3 leşker mirin
Di şerê li navçeya Mesûdiye ya Ordûyê de 3 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn. -
Çete bombeyan li Şêx Meqsûdê dibarînin
Çeteyên qaşo koalîsyona Sûrî, topan li taxa Şêx Meqsûdê dibarînin. -
Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê, di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin, ku yek jê zarok e. -
Ji hev ketina artêşa Tirk: 1389 kesên din hatin avêtin
Ji hev ketina artêşa Tirk ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê destpê kir, dwam dike. 1389 kesên din ji nava artêşê hatin avêtin. Fermandarên hêzên artêşê jî bi Wezareta Parastinê ve hatin girêdan. -
Hezer li Saînt Avoldê tevlî civîna gel bû
Li bajarê Saînt Avold ê li herêma Lorraîne ya Fransayê, li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke gel hat lidarxistin. -
Ji bo veşartina rastiyan zextê li çapemeniya azad dikin
Rojnameyên çapemeniya azad Ozgur Gundem û Azadiya Welat, ku li dijî pêkanînên antî demokratîk û şerê qirêj ê li bajarên Kurdan dengê gel in, bûne hedef. Çeteyên AKP/Qesrê hewl didin van rojnameyan asteng bikin. -
5. Kongreya Tolhildanê ya Komalên Ciwan li Londonê hat silavkirin
Li paytexta Îngilîstan Londonê, ciwanan bi meşekê 5. Kongreya Tolhildanê ya Komalên Ciwan silav kirin. -
'Ji bo wekhevî û azadiyê, divê em têkoşîna demokratîk xurt bikin'
Hatîmogûllari diyar kir, yên aştî, azadî û wekheviyê bînin Tirkiyeyê, ne darbekar ne jî alîgirên sîstema yek şexsî ne û got, "Yên vê yekê pêk bînin, alîgirên komareke civakî û demokratîk e." -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo Ocalan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin. -
Heyeta Îmraliyê: Heta ku tectîd bê rakirin em ê li nobedê bin
Heyeta Îmraliyê ya ku beşdarî Nobeda Azadiyê ya li Amedê ku bi boneya azadiya Ocalan û şikandin tecrîdê bibûn, diyar kirin ku nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li hember gelê Kurd e û heta ku tecrîd bidawî bibe wê li qadan bin. -
Li Reîms û Kassel tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Reîms ê Fransa û bajarê Kassel ê Elmanayayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloyê hate protestokirin. -
Kurdan ji Lozanê dengê xwe bilind kirin: Înkara sedsalê qediya, em ê li ber xwe bidin
Kurdistaniyan diyar kirin, gelê Kurd qet wê careke dî destûrê nede ku peymaneke weke ya Lozanê were girêdan û ev peyam dan,’’Înkara sedsalê qediyaye. Êdî ti hêz û şiyan wê nikaribe Kurdan ji nedîtî ve were.’’ -
Ji GOÇ-DER a Amedê rapora Nisêbînê
GOÇ-DER a Amedê rapora Nisêbînê eşkere kir û diyar kir dewletê ewlekariya can û mal a gel binpê kiriye. Hate gotin, divê hitûmet dev ji polîtîkayên ‘’Ewlehîparêz’’ berde. -
Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin
Kesên ku nas û xizmên wan ji hêla dewletê ve hatine nebedîkirin, lêgerîna xwe ya dadmendiyê vê hefteyê jî domandin. Li çalakiyên Amed û Êlihê hate xwestin ku berpirs werin darizandin, her wiha li aqûbeta Hurşît Kulter jî hate pirsîn. -
Li St.Gallen ji bo Ocalan çalakî
Li St. Gallen Meclîsa Jinan a Asrîn Deniz ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.