Rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, ji ber ku ji xeta xwe ya ragihandina rastiyan tawîzê nadin, hedef tên girtin. Tê zanîn, bi dehan nûçegihan û xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê di salên 90'î de bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin qetilkirin. Di wan salan de, ku rojnamevanî li aliyekî, xwendin û firotina rojnameyê jî sedema mirinê bûn, nûçegihan û xebatkarên Ozgur Gundemê li Amed, Riha, Êlih, Wan, Mêrdîn û gelek bajarên Kurdistanê bi vê erka xwe rabûn. Ji van nûçegihan û rojnamevanan bi dehan kes, ji ber ku rojname firotin an jî belav kirin, hatin qetilkirin.
JI BO RASTÎ NEYÊ BIHÎSTIN...
Qetilkirina xebatkarên çapemeniya azad, ku şerê qirêj ê li bajarên Kurdan radigihînin, ne xebatkarên çapemeniya azad ji ragihandina rastiyan vegerand, ne jî êrîşên desthilatdarî û dewleta Tirk qedand. Rejîma AKP/Qesrê ya nikare pêşî li amadekirina nûçeyan a rojnameyên çapemeniya azad bigire, vê carê jî bo çapemeniya azad û gel ji hev qut bike, li bajarên Kurdan di nava hewldana de ye. Di vê demê de, ku bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatine girtin, çeteyên AKP/Qesrê ji bo nehêlin rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê biçin ber destê xwendevanan, xebatkaran digirin û îşkenceyê li wan dikin. Mûstfa Goktaş ku li Rihayê weke belavkarê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dixebite, yek ji wan hkean e ku bûne hedefa êrîş û zexta çeteyên AKP/Qesrê. Goktaş da xuyakirin, ku armanca êrîşên li hemberî wî tênkirin; pêşîgirtina li belavkirina rojnameyan û nixumandina şerê qirêj ê li bajarên Kurdan e.
HEWL DIDIN NEHÊLIN ROJNAME BIGIHÊJE BAJÊR
Goktaş da zanîn, polîsên ser bi AKP/Qesrê yên li Emniyet Rihayê û Şaxê TEM'ê, ev saleke bi tundî êrîşî xebatkarên çapemeniya azad, bi taybetî belavkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dikin.
Goktaş bibîr xist, ku berî çend mehan van polîsan madeyeke jehrê bi belavkarekî rojnameyê dan vexwarin û mîna ku 'întixar kiriye' hewl dan nîşan bidin. Goktaş got, "Bi binçavkirin û şopandina fîzîkî ve xebatkarên me aciz dikin. Ez bi xwe jî di vê dema dawî de 4-5 caran bi rengekî kêfî hatim binçavkirin. Di binê çavan de şîdeta fîzîkî li min hat kirin.
Ew dixwazin weşanên çapemeniya azad negihêjin nava bajêr. Ji ber ku nikarin bi zext û polîtîkayên çavtirsandinê encamê bigirin, niha jî hewl didin nehêlin rojnameyên me bikevin nava bajêr. Gefê li midûrên fîrmayên otobusan ên rojnameyên me tînin, dixwin. Yanî di salên 90'î de çi kiribin, niha jî heman tiştî dikin. Tevî van hemû zextan jî wê nikaribin pêşî li azadiya agahîwergirtinê ya gel bigirin."
'EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'
Goktaş di dewama axaftina xwe de got, "Tevî înkence û înfaza li nava kolanan ên mîna salên 90'î li hempîşeyên me hatin kirin, wê rojnameyên me îro jî bigihêjin ber destê xwendevanan. Li hemberî her şêwe astengî û zextan, em ê xeta xwe ya weşana objektîf û bê alî dewam bikin. Em di wê baweriyê de ne ku rojnamevanên me jî wê di vê demê de xwedî li rojnameyên xwe derkevin. Em hêza xwe ji xwendevanên xwe û objektîfbûyîna rojnameyên xwe digirin. Çawa ku duh li hemberî polîtîkayên çavtirsandin û zextê em ji rêya xwe venegeriyan, em ê îro jî venegerin."