Li Reîms û Kassel tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Reîms ê Fransa û bajarê Kassel ê Elmanayayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloyê hate protestokirin.

Li bajarê Reîms ê Fransa û bajarê Kassel ê Elmanayayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloyê hate protestokirin.

REÎMS

Li bajarê Reîms ê Fransayê Kurdistanî li stasyona trenê kom bûn bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama li bajarê Qamişlo ya Rojava hate pêkanîn, protestokirin.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan û qetlîama Qamişloyê qebûl nakin. Heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyê xwe dewam bikin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, Kurdistsaniyan tecrîda li ser Ocalan û qetlîama Qamişloyê protestokirin. Mîtînga ku ji aliyê NCKD a Kasselê organize kir, saet di 17:00’an de li Konîngsplatz a Kassel destpêkir. Qetlîama ku li Qamişloyê ji aliyê DAIŞ’ê ve jî hate lidarxistin hate protestokirin.

Piştî axaftinên ku tecrîda li ser Ocalan û qetlîama qamişloyê protesto kirin û şûn de çalakî bi diûrûşmeyan bi dawî bû.

...