ROJANE
Hemû Nûçe
-
Komeleya Reda Wijdanî: Neçin leşkeriyê, li ber mîlîtarîzmê rabin
Berdevkê Komeleya Reda Wijdanî Ercan Jan Aktaş da xuyakirin, ku çavkaniya mîlîtarîzm û şîdeta li vî welatî şerê li Kurdistanê ye û bang li ciwanan kir, ji bo neçin leşkeriyê û li ber mîlîtarîzmê rabin. -
Li hemberî Komeleya Aramî-Suryanî ya li Swêdê êrîşa çekdarî
Komeleya Aramî-Suryanî ya li herêma Norsborg a li Stockholmê, pêr bi şev bû hedefa êrîşeke çekdarî. Êrîşê xisar li eşya û avahiya komeleyê kir. -
KCDK-E ji bo meşa li Bîelefeldê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E, ji bo meşa li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, ku di salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê de eroja 30'ê Tîrmehê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê kir. -
Komkujiya Qamişloyê li Ewropayê hat şermezarkirin
Komkujiya duh ji aliyê DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin û 35 kesî jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin. -
1500 payebilind ji artêşê hatin derxistin
Îro di rojnameya fermî de hate weşandin di HYK’yê de ji fermandarên hêzê 149 general, 1099 efser û 436 berbaz hatin derxistin. Her wiha 18 televziyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname û 15 kovar jî hatin girtin. -
TEV-DEM: Li hemberî êrîşan em ê bêhtir li nirxên şoreşê xwedî derbikevin
Piştî êrîşên bi ser Qamilo de ku 35 kes jiyana xwe dest da TEV-DEM’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, li hemberî êrîşan wê yekitiyê xurt bikin û xurtir xwe li dor nirxên şoreşê bipêçin. -
Ji KCK’ê banga xurtkirina têkoşînê
KCK: Di salvegera darbe û êrîşên bi ser giyanê 7’ê Hezîranê û armancên wê de, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî desthilatdariya AKP’ê û navendên faşîst têkoşînê geş û gur bikin. -
Di doza Bedrettîn Kavak 4 sal cezayê girtigehê hate xwestin
Doza ku siyasetvanê Kurd Bedrettîn Kavak a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di hat darezandin, Dozerê Federal ê Elmanyayê daxwaz kirk u 4 sal cezayê girtigehê bê dayîn. Wê biryara dadgehê, 3’yê Tebaxê di saet 13:00’an de eşkere bike. -
YNK’ê êrîşa li Qamişloyê şermezar kir
YNK’ê bi daxuyaniyekî êrîşa xwekujî ya ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat û bû sedema ku bi dehan kes jiyan xwe ji dest daye, şermezar dikin. -
Li Basel û Creîlê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Basel ê Swîsre û bajarê Creîl ê Faransayê tecîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Ji Serokwezîrê Edaletê ji bo AKP’ê hişyarî: Em şidetê wek xwşbînêyê li ber çavan nagrin
Ji serokwezîrê Edaletê ji beriya mîtînga ku li Kolnê roja Yekşemê li dar bixin hişyarî da û bal kişand ser betekên çalakiyên şidet û nefretê yên piştî hewldana darbeyê yên hinek alîgirên AKP’ê li hember welatên Ewropayê. -
Ji bo Mogherînî û Jahland nameyeke vekirî
Bi dehan parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PA) û akademîsyenan gotin, bi hênceta hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, hewl tê dayin ku muxalefet bi çewisandinê were bêdengkirin. -
Dostekî Swêdî yê Kurdan jiyan xwe ji dest da
Dostê Kurdan û yên gelên bindest lîderê berê yê Partiya Çep C.H. Hermansson şevê din li Stockholê jiyan xwe ji dest da. -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzer û malbatan a hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 giriyên din re carekî din hate redkirin. -
Em ê qîma xwe bi daxuyaniyan neyînin; Bila bi Birêz Ocalan re were axaftin!’
Buroyê Hiqûqê ya Sedsalê, OHD, TUAD û HDP’ê bi civînekê xwestin ku bi lezginî bi Ocalan re hevdîtin pêk were. Di civînê hate gotin, ew ê qîma xwe bi daxuyaniyan neyênin û divê li Îmraliyê hevdîtin pêk were. -
FEDA, bang li Elewiyan kir ku li dijî êrîşên faşîst xwe biparêzin
FEDA,bertek nîşanî êrîşên li hember Elewiyan tê meşandin da, bang kir ku bikevin erka xweparsitinê. -
Li Yewnanîstanê seferberiya ji bo Ocalan dewam dike
Seferberiya ku li Yewnanîstanê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. Kurdistaniyan, îro Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ziyaret kirin. -
KNK'ê komkujiya li Qamişloyê bi tundî şermezar kir
KNK'ê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê û dostan kir, ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin. -
KCDK-E ji bo Qamişloyê banga çalakiyan kir
KCDK-E, li ser êrîşa hovane ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga lidarxistin çalakiyan kir. -
Malperên DÎHA û Ozgur Gundemê dîsa hatin astengkirin
Ev bû cara 43’yan ku malpera înternetê ya DÎHA’yê tê astengkirin. Adresa dawî ya Ozgur Gundemê jî dîsa hate girtin. -
HDP'ê ji bo naskirina Qirkirina Êzidiyan, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir
HDP'ê, ji bo Qirkirina Êzidiyan a di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Şengalê hat kirin li Tirkiyeyê were naskirin, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir. -
Nerazîbûnên li hemberî mîtînga UETD a li Kolnê zêde dibin
Erdogan û dûvikên AKP'ê yên li Ewropayê dixwazin roja Yekşemê li Kolnê mîtîngê lidar bixin. Hêzên çep û sosyalîst li dijî vê mîtîngê banga çalakiyan kirin. Siyasetmedarên ji partiya desthilatdar jî dixwazin çalakiya AKP'ê bê qedexekirin. -
Kalkan: Li cihê demokratîkbûn lê nebe, darbe lê rû dide
Kalkan diyar kir, şerê AKP ev saleke li Kurdistanê dimeşîne û lêgerînên Erdogan ên ji bo dîktatoriyê, bingeh ji darbeyan re amade kiriye û destnîşan kir, ku li cihê demokratîkbûn lê nebe, hewldanên darbe-dij darbeyê wê dewam bikin. -
Li Dortmûnd, Roma, Bukreş û Stockholmê çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dortmûnd, Stockholm, Bukreş û Romayê çalakî hatin lidarxistin. -
Bîlmez: Bêhiqûqiya li Îmraliyê, li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez da xuyakirin, ku di dema 12'ê Îlonê de jî mafê ragihandin û hevdîtinê mîna îro nehatibû qedexekirin û destnîşan kir, ku bi pêkanîna Rewşa Awarte ve Tirkiye bi temamî veguheriye Îmraliyê.