Li Moskova, Tokyo û Bremenê tecrîd hate protestokirin
Li paytext Moskova ya Rûsyayê, paytext Tokyo ya Jeponyayê û bajarê Bremen ê Elemenyayê tecrîda hate protestokirin.
Li paytext Moskova ya Rûsyayê, paytext Tokyo ya Jeponyayê û bajarê Bremen ê Elemenyayê tecrîda hate protestokirin.
Li paytext Moskova ya Rûsyayê, paytext Tokyo ya Jeponyayê û bajarê Bremen ê Elemenyayê tecrîda hate protestokirin.
MOSKOVA
Saziyên jinên Kurd ên ku li Rûsyayê xebatan didin meşandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê şermezar kirin.
Sazî û dezgehên jinên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê xebat didin meşandin, li paytext Moskowê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Dema ku daxuyanî hate dayin, Hevserokê Yekîtiya Êzdiyên Kurd ên li Rusyayê Pîr Manana Bekoyeva, Serokê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê, Culyeta Aram, Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî ên Kurd a Navnetewî Merî Kinyaz û Serokê Organîzasyona Jinên Kurd ên li Moskowê Tara Kadîr û gelek kes amade bûn.
Tara Kadîr ku li ser navê Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowê axivî, bal kişanda ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û wiha got, ‘’Li Tirkiyê Rewşeke Awarte heye. Di rewşeke wiha de ku ewlehiya jiyanê ya çi kesekî nîn e, gelê Kurd ji tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi fikar e. Di vê rewşa kaosê de divê kêlî beriya kêliyekê hêzên navnetewî navbeynkariyê bikin da ku Şandeya Îmraliyê biçe giravê. Ji bo ku dawî li vê rewşa dijî mirovî were, divê gelê Kurd ji bo Rêbertiya xwe derkeve kuçe û kolanan. Êdî li Tirkiyê ti tişt wê weke berê nemîne, Kurd jî ji bo siberoja xwe divê bêhtir têbikoşe û hebûna xwe domdar bikin.’’
Her wiha Kadîr têkildarî komkujiya 27’ê Tîrmehê ya ku li Qamişlo pêk hat jî axivî û wiha anî ziman: ‘’Weke tê zanîn DAÎŞ mîna her carê êrîşê dibe ser destkeftiyên Kurdan, ku bi berdêlên mezin hatine bi dest xistin, fermanên xwe ji AKP’ê, PDK’ê distîne. Dewletên ku êrîşeke biçûk a li devereke dinyayê şermezar dikin, ji bo çi li ser Qamişlo bêdeng in? Dixwazin bi zanebûn gelê Kurd tenê bihêlin. Kurd divê yekîtiya xwe zexm bikin û li dijî êrîşên mezin rawestin.’’
TOLYP
Li paytext Tokyo ya Jepanyayê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişlo hate protestokirin.
Di çalakiyê de nûnerê Navanda Civaka Kurd a Demokratîk Hacî Tolhildan axavî, tecîrda li ser Ocalan tê meşandin şermezar kir û anî ziman ku divê bi lezgîn Rêxistin CPT’yê biçe Îmraliyê û têkildarî rewşa Ocalan û tendirustiya wî agahî bi raya giştî re parve bike.
Di çalakiyê de qetlîama li Qamişloyê pêk hate jî hate şermezarkirin.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloyê jî hate protestokirin.
Di pêşengtiya Ciwanên Azad de meşek hate lidarxisin. Ciwanên ji Hambûrg, Kîel û Hannoverê jî beşdarî meşê bûn.