5. Kongreya Tolhildanê ya Komalên Ciwan li Londonê hat silavkirin

Li paytexta Îngilîstan Londonê, ciwanan bi meşekê 5. Kongreya Tolhildanê ya Komalên Ciwan silav kirin.

Ciwanan di meşê de tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin fikarên gelê Kurd ên li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan û hat xwestin, tecrîd derhal bê rakirin.

BI QASÎ HEZAR KES MEŞIYAN

Meş bi pêşengiya Ciwanên Kurd pêk hat û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Londonê, Meclîsa Jinê Roj, Tevgera Azad, PYD, PJAK, MLKP, Tevgera Goran û gelek saziyên enternasyonal tevlî bûn. 

Li refên pêş ên meşa ku bi qasî 1000 hezar kes tevlî bûn, pankarta bi nivîsa "Bi tolhildana şoreşgerî ve mêtîngeriyê parçe bike" ya ji wêneyên Şehîd Axîn û Şehîd Andok, hat vekirin. Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Ciwanên Azad û PJAK'ê hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocala dirûşme hatin qîrîn. Ciwanan li ser şerê li Kurdistanê û rewşa Ocalan belavok belav kirin.

ROJ ROJA AZADKIRINA RÊBER APO YE

Meşê saet di 15:00 de li AngelCorner a li Edmontonê destpê kir û li stasyona Seven Sîsters veguherî mîtîngê. Di daxuyaniya li ser navê ciwanan de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadkirina wî, banga xurtkirina têkoşînê hat kirin. Li ser navê ciwanên jin jî daxuyanî hat dayîn. Di vê daxuyaniyê de tecrîd hat şermezarkirin û di xeta Axînan de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ, BERXWEDANA TOPYEKÛN

Wekî din li ser navê Navenda Civaka Demokratîk daxuyanî hat dayîn û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga berxwedana topyekûn hat kirin. Di axaftina li ser navê Tevgera Goran de kongreya Komalên Ciwan hat silavkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Di mîtîngê de peyamên PJAK û gelek rêxistin û saziyan jî hatin xwendin.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...