Li Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê li du meleyan hate birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê li du meleyên Kurd hatiye birîn, li Bokanê jî 2 Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku du welatiyên Kurd yên bi navê Musa Yadiyar û Hemze Yadiyar ku birayê hevin û xelkê gundê Goktepe ya ser bi bajarê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê ne, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine revandin û ji bo cihek nediyar hatine birin.

Li gorî heman daxuyaniyê ji ber ku her du birayan cilên bi rengê xak di dawetekê de li ber xwe kirine, hatine revandin.

Her wiha li gorî heman rêxistinê du melayên Kurd yên bi navê Selam Mehmudyan yê melayê mizgefTa gundê Bêwranî Xaru û Hesen Xizirî yê melayê mizgefta gundê Bêrwanî Seru yên ser bi bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha tayet ya melayan ve her yek ji wan bi du salan cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Derbarê sedema cezayê li melayan hatî birîn de, agahî nehatin standin.

Hêjayî gotinê ye di meha borî de li Rojhilatê Kurdistanê 11 Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn bangkirin û gelek ji wan hatibûn binçavkirin.