Gezmîş, Înan û Aslan hatin bibîranîn

Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di 53’yemîn salvegera qetilkirina wan de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hatin bibîranîn.

Partiyên siyasî, saziyên civakî, sendîka û gelek welatî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Beriya bîranînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û Berdevkê berê yê Platforma Şaxên KESK’ê yên Enqereyê Mehmet Aydogdû anî ziman ku Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ji ber sekna xwe ya antîemperyalîst û têkoşîna xwe ya ji bo wekheviya gelan hatine darvekirin.

Mehmet Aydogdû got: ‘’Îro ne rojeke şînê ye; îro roja fêmkirina têkoşîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan û mezinkirina vê têkoşînê ye.’’

Piştî daxuyaniyê girse ber bi gorên Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ve meşiya.

Di meşê de dirûşmeyên ‘’Bijî şoreş û sosyalîzm’’, ‘’Şehîdên şoreşê nemir in’’ hatin berzkirin û piştre girseyê kulîlk danin ser goran û axaftinên kurt hatin kirin.

Beşdaran piştre diyar kirin ku ew ê xwedî li têkoşîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan a ji bo wekhevî û serxwebûnê derkevin û merasîma bîranînê bi dawî bû.