BI DÎMEN

Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatin bibîranîn

Yekîtiya Xwandekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anîn.

Yekîtiya Xwandekarên Welatparêz yên Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bi daxuyanî û çalakiyekê bi bîr anîn.

Daxuyanî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî li pêşiya Zanîngeha Kobanê ji aliyê endama Yekitiya Xwandekarên Sûriyeyê ên Welatparêz Rola Salih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di Gulana 1972`an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatin darvekirin. Ev kesayet ji bo mirovahiyê li hemberî desthilatdariyê helwesta xwe rabêr kirin, ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin. Têkoşîna Denîz Gezmîş avêtina tovê sosyalîzmê bû, li ser vê çandê Rêbertî di peşengtiya gelê Kurd têkoşîn û mîrasa di sosyalizmê de israr di mirovahiyê de israr avêt.

Ev têkoşîn îro li hemû cîhanê belav bûye. Rêber Apo xwe weke xwedîderketina vê mîrasê pênase dike û dibêje sosyalîzm civak bi xwe ye. Ji ber vê yekê îro banga Aşitî û Civaka Demokratîk ji hêla hemû civakan ve hat pejirandin. Rêbertî dixwaze bi têkoşîna 50 salî bi hemû civakê jiyana sosyalîst ava bike. Em jî wek wwandekarên Kobanê bi vê çalakiyê dixwazin xwedî li vê mîrasê derkevin.

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê çalakiyeke bîranînê li dar xistin. Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser berxwedaniya li hemberî desthilatdariyê û berxwedaniya Rêber Apo hat pêşandan.