Ji GOÇ-DER a Amedê rapora Nisêbînê
GOÇ-DER a Amedê rapora Nisêbînê eşkere kir û diyar kir dewletê ewlekariya can û mal a gel binpê kiriye. Hate gotin, divê hitûmet dev ji polîtîkayên ‘’Ewlehîparêz’’ berde.
GOÇ-DER a Amedê rapora Nisêbînê eşkere kir û diyar kir dewletê ewlekariya can û mal a gel binpê kiriye. Hate gotin, divê hitûmet dev ji polîtîkayên ‘’Ewlehîparêz’’ berde.
Şandeya Şaxê Hevkariya Sosyal a bi Koçberan re û Şaxê Amedê ya Çandê (AMED GOÇ-DER) çavdêrî û lêhûrbûnên xwe yên li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê wekî rapor amadekirin.
GOÇ-DER a AMED’ê piştî danûstandinên xwe yên bi muxtar, hevşaredaran re weke rapor amadekirin. Di raporê de hate gotin di mal û milên hilgir û nehilgir de ziyanên mezin çêbûne. Di raporê de hate gotin, divê astengên fîlî û zagonî yên li ber malbatan werin rakirin da ku li malên xwe vegerin û ji bo desteka madî û manewî û ji bo ku rehabîlîtasyona civakî pêk were divê her kes bikeve nav liv û tevgerê.
Di raporê de hate diyarkirin ku li navçeyê her çendî qedexe hatibe rakirin jî, ji ber ku hê li 6 taxan qedexe didome, ev tax bi alên Tirkiyê hatine tijekirin, ji ber sedema êrîşan nifûsa bajêr ji sedî 80’yî neçar maye ku ji bajêr derkevin lê piştî rabûna qedexeyê kesên ku malên wan xira nebûne li bajêr vegeriyane.
‘DEWLETÊ HEMÛ KUÇE Û KOLAN DANE BER BOMBEYAN’
Di raporê de hate gotin, şêniyên taxên ‘Qedexe’ bi biryar dixwazin li malên xwe vegerin, ji bo vê jî gelek girîng e ku arîşeyên bicihbûnê ya van malbatan were çareserkirin.
Di raporê de cih dane gotinên gel jî, gel diyar kir, dewletê berê xwe daye can û malê wan, hêzeke ne li rê bi kar aniye.
Di raporê de cih ji gotinên welatiyan re jî hate veqetandin.
Di raporê de wiha hatiye gotin: ‘’Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî ku dilê wan bişewite hemû kuçe û kolanên bajêr dane ber berên topan, di encama van berên topa de gelek mal û kargeh ziyanê mezin gihaye wan, li taxên ku şer lê nebûye jî heman tişt hatiye kirin, li ser mal û kargehên hatin şewitandin û kavilkirin dijûn û gotinên nîjatperestî hatine nivîsin. Her wiha diyar bûye ku li gelek malan dizî jî hatiye kirin.’’
ÊN WINDA LI KÛ NE?
Di raporê de hate destnîşankirin ku li taxên ‘Qedexe’ hin mirov winda ne, tê gotin dibe ku ev mirov jiyana xwe ji dest dabin û cinazeyên wan li taxan bin. Ev jî di nava civakê de rê li ber fikaran vekiriye.
Şandeyê wiha anîn ziman: ’’Di serî de heqê jiyanê, li gorî heqên ku ji hêla rêziknameyên netewî û navnetewî ve hatine parastin, divê hêmanên ku di dema operasyonan de hatine binpêkirin, werin lêkolînkirin û berpirsên wan derkevin holê.’’
BANGA PÊVAJOYA MÛZAKEREYÊ
Di berdewamiya raporê de cih dane van tespîtan û ev bangawazî hatin kirin:
“*Li gorî çavdêrî û lêhûrbûnên şendeya me di dema operasyonan de gelek ziyan gihane mal û milên hilgir û nehilgir.
*Bi ziyangihandina mal û milkê taybet heqên ku li gorî Destûra Bingehîn, xala 35. û protokola Nimareya 1’ê ya ÎHAS’’ê, hatine binpêkirin. Ji bo vê jî ziyanên ku gihane mal û milkan, divê werin dabînkirin. Divê mexdûrbûna şêniyên bajêr bi bayê bezê werin dabînkirin.
*Yek ji şertê sereke yê aştiya civakî hiqûq e. Nexasim di serdemên krîzên siyasî û civakî de hiqûq, jiyana bi hev re ya takekes û civakan a li ser aştî û ewlekariyê şertê sereke ye. Şandeya me dixwaze, ji bo dabînkirina mexdûriyeta şêniyên bajêr divê ji zemîna hiqûqê dûr nekevin.
*Rayedarên deweletê divê demildest diyar bikin bê ka li ser xeyrî menqûlên li nav taxên têlkirî wê çi bike.
*Şandeya me dixwaze hemû astengiyên qanûnî û fîlî yên li pêşiya vegera Nisêbîniyan werin rakirin, ji bo pêkanîna desteka madî û manewî û rehabîlîtasyona civakî, raya giştî ya demokratîk bihistyar be.
*Em bang li hikûmetê dikin ku di meseleya Kurdan de dev ji polîtîkayên milîtarîst berde ku ti çareseriyê bi xwe re nayîne û em bang li aliyan dikin ku dîsa vegerin pêvajoya diyalog û muzakereyê.’’