Li Melbourneyê mîtînga azadî ji bo Ocalan
Li Melbourne ya Awûsturalyayê li dijî darbe, komkujî û dîktatoriyê, li Federatîon Sqûareyê mîtîngeke protestoyî hate kirin.
Li Melbourne ya Awûsturalyayê li dijî darbe, komkujî û dîktatoriyê, li Federatîon Sqûareyê mîtîngeke protestoyî hate kirin.
Mîtînga ku ji hêla Komeleya Çandê ya Tirkiyeyiyên-Awûstûralyayî, Navenda Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Vîctorîayê, Bloka Aştî û Demokrasiyê ya ku ji Navenda Çanda Anatoliyê (AKM) pêk tê ve hatibû organîzekirin, bi tevlêbûna bi sedan Kurdistaniya pêk hat.
Li çalakiyê nûnerên saziyan axivîn. Di axaftinan de hate gotin, girtinên zêde yên li Tirkiyeyê ku her gav zêdetir dibin, ji kar avêtina personelên dewletê, rektor, akademîsyen, mamoste, ji sendîka û gelek sazî û dezgehan, binçavkirin bi xwe re fikar û tirs anîne.
Mahmût Karahan ku li ser navê NAV-KURD’ê axivî, diyar kir, bi 15’ê Tîrmehê re li nav Kurdan fikar zêde bûne. Hate xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 05’ê Nîsana 2015’an ve li dar e, were rakirin, di demeke kurt de bikaribe bi parêzer û malbata xwe r hevdîtinê bike. Kahraman wiha got:‘’Li Tirkiyê tekane dermana vê kaosê ew e ku çareseriyên rasteqîn werin avakirin û pêkanîna demokrasiyê ye. Ev jî bi hevdîtinên aştiyê yên bi Kurdan re pêkan e. Birêz Ocalan ji bo ku bi rêyên aştiyane meseleya Kurd were çareserkirin xweyî girîngiyeke jiyanî ye.’’
Di axaftinan de êrîşa bombeyî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Qamişloyê hate şermezarkirin.
Çalakvanan, nameyeke têkildarî rewşa Birêz Abdullah Ocalan ya bi vê pêvajoya dawî re têkildar radestî komîsyona dîplomasiyê y Melbourneyê kirin, bi mebesta ku bidin hem wezareta karê derve û hem jî parlamentoya herêmê.