Tecrûbeyek Xweseriya Demokratîk: Rojava

Pirtûka Yasîn Dûman a bi navê "Rojava: Tecrûbeyek Xweseriya Demokratîk" ji Weşanên Îletîşîmê derket.

Ev karê ji rabirdûya Rojava destpê dike, weke encamek ji teza lîsansa bilind a bi navê "Di nava şerekî de, atî û çareseriya şer: Di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de derfet, zor û zehmetî" derket holê.

Di pirtûkê de rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkan a Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Çeçen ên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de radixe pêş çavan.

Di pirtûkê de rewşa aborî, civakî û siyasî ya herêmê tê nirxandin û pêşdîtina siberoja Rojava tê nîşandan.

Nivîskarê pirtûkê Yasîn Dûman ji ANF'ê re qala pirtûka xwe kir û diyar kir, gelek sedemên wî hebûn ji bo teza xwe li ser Rojava binivîsîne.

Dûman da xuyakirin, ku sedema ewilî jî ew bû; di nava şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, tevî dijwariya şer jî li Rojava li ser navê aştî û lihevkirinê hin gav hatin avêtin.

Dûman got, "Min çar salên dawî, roj bi roj Rojava şopand. Ji ber qewimînan, min dikarîbû bi di her kêliyê de mijara teza xwe biguherînim. Lê belê roj bi roj min çêtir dît ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareseriya şerê etnîkî û olî yê berê û ji bo pêşîgirtina li rûdana şerekî bi vî rengî, projeyeke gelekî girîng e. Komîteyên Aştî û Lihevkirinê, Malên Gel, Meclîsên Gund û Taxan, Komun, Kooperatîf, Meclîsên Biratiyê, hêzên parastinê yên hevpar... Ya li Rojava herî zêde bal dikişand, ji têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn çarenûsa xwe diyar dike wêdetir, xwezayî û dînamîka vê têkoşînê bû. Ereb, kurd, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Çeçen ên bi salan ji ber sedemên cuda li hemberî ev radibûn, di bin Sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava de biryar dan bi hev re tevbigerin û têbikoşin."

Dûman da xuyakirin, ku ev neteweyên li Rojava dijîn, li herêmeke şer dijîn, lewma pêwîstî bi destekkirina hev dîtin û got, "Lê belê vê piştgiriya hev, piştî demekê rastiyek nîşanî me da: Nabe ku ji têkiliyên berjewendiyan re bikin qurban. Neteweyên cuda dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, dikarin bi hev re bijîn û dikarin bi hev re rêveberiyekê ava bikin. Ji ber ku ev yek li Rojava pêk hat, girîng bû. Li gorî min, girîng bû ev li akademiyan bihata nîqaşkirin."

...