Tecrîd li Stockholm, Bremen û Kopenhagenê hat şermezarkirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li Stockholm, Bremen û Kopenhagenê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li Stockholm, Bremen û Kopenhagenê çalakî hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, careke din daketin kolanan.
Kurdistanî saet di 15:00 de li ber firoşgeha H&M a li kolana Drottnîngatanê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" vekirin û der barê tecrîda li ser Ocalan û rewşa dawî ya li Kurdistanê de agahî dan derdorê.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Yekîtiya Jinên Kurd Sara hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PYD'ê hatin hildan û daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hat kirin.
Çalakgerên kincê bi wêneyê Ocalan li xwe kirin, li pêşiya stasyona metroyê belavok belav kirin. Çalakgeran diyar kirin, wê her du rojan carekê ji bo rakirina tecrîdê li heman cihî çalakiyê lidar bixin û banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan kirin.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Ciwanên Azad li ber gara trenê ya navendî li hev civiyan û çalakiyek pêk anîn.
Kurdistanî li pişt pankarta bi nivîsa "Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî" meşiyan û xwe gihandin ber Parlamenta Eyaletê. Di dema meşê de gelek belavok hatin belavkirin û bang li Elmanyayê hat kirin ku dest ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan berde.
Li ber avahiya parlamentê mîtîng hat ldarxistin û nûnerên Ciwanên Azad, PYD û NAV-DEM'ê axivîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku heta tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe, wê Kurd li qadan bin û bang li saziyên navneteweyî jî kirin ku bikevin dewrê.
Di çalakiyê de komkujiya li Qamişlo ya hefteya bihurî rû da, hat şermezarkirin.
KOPENHAGEN
Li meydana Gammeltorv a paytexta Danîmarka Kopenhagenê, çalakiya konê agahdarkirinê ku ji aliyê NCDK a Danîmarka ve hat lidarxistin, piştî 3 rojan qediya.
Çalakiya ku roja Înê saet di 18:00 de destpê kir, sê rojan heta saet 23:00 dewam kir. Di dema çalakiyê de li ser şert û mercên Ocalan di nav de tê ragirtin, agahî hatin dayîn. Tevî belavkirina belavokan, li ser mijarê sînevîzyonek hat nîşandan.