Çalakiya rûniştinê ya ku ji hêla Şaxê Amedê ya ÎHD’ê û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin ve bi dirûşma ‘’Bila kesên ku hatine nebedîkirin werin dîtin û kirde werin darizandin’ vê carê jî rûniştina xwe ya 390. li Parka Koşuyolûyê, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine nebedîkirin hatin hilgirtin. Endamên Şaxê ÎHD’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li çalakiyê amade bûn. Di çalakiyê de li faîlên Mehmed Sidik hate pirsîn. Mehmet Sidik 1993’yan li Çinara Amedê, li gundê Qerqetê piştî bi ser de girtinê leşkeran hate binçavkirin, 13 rojan şûn de ji malbatê re hate gotin ku miriye. Li ser cinazeyê Sidik şopên êşkenceye hebûne.
HURŞÎT KULTER LI KÛ YE?
Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a Şaxê Amedê ya ÎHD’ê Adanan Orhan got, ‘’Kesên me yên ku hatin nebedîkirin avêtin bîran, ber peravên behran. Me got van siza bikin. Me tim ev dubare kir. Me got, ku hûn siza nekin e dikarin tiştinê din jî bikin. Jixwe 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê kirin. Em li vir bi awayekîeşkere dibêjin, em jî dixwazin tevlî darizandina van kesan bibin.’’
Orhan diyar kir ev 65 roj in ku Hurşît Kulter nayê zanîn li kû ye û xwest di zûtirîn demê de aqûbeya wî diyar bibe.
ÇÎROKA ONCU
Piştre Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a Şaxê Amedê ya ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin çîroka Oncu vegot:’’Roja bûyerê, leşkerên ku bi ser gundê Qerqatê de girtin Sidik Oncu binçav kirin. Piştre, li gund li ber çabê her kesî, bi mebest teşîrkirinê êşkence lê kirin. Leşkeran ji hevsera wî re gotin, ‘Tu yê êdî nema bikaribî hevserê xwe bibînî’’
Piştî Yalçin kurê Oncu Lezgîn Oncu axifî, di dema axaftina Lezgîn Oncu de her kes bi hestyar bû.
ÊLIH
Li Kolana Gulîstanê ya Êlihê xizmên kesên ku hatine nebedîkriin, parezvanên mafên mirovan bi mebesta li aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin hatin cem hev. Cîgirê Serokê Şaxê ÎHD’ê Ilyas Tarim got, bi sedan şehîdên wan ên demokrasiyê hene.
Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxê ÎHD’ê Fahrettin Asutay çîroka Çetîn Ababayê rojnamevan par ve kir. Asutay got,’’ Çetîn Ababat, di destpêka meha Gulanê ya 1992’an nûnertiya Kovara Ozgur Halkê ya Êlihê dikir. Çetîn Ababay ku gelek caran hatibû binçavkirin, 29’ê Tîrmehê saet 19.30’an dema ku diçû mala xwe rastî êrîşe hat û di 30’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.’’