Li Dêrazorê 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li Dêrazorê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê êrişa çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Navendê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê îro li bajarokê Behra yê li rojhilatê Dêrazorê êrişî nuqteyeke hêzên leşkerî kir û ev agahî parve kirin: "Êriş nîvro hat kirin. Di navbera şervanan û çeteyan de şer derket. Di şer de 2 şervan şehîd bûn. Çete bi motorsîklêtekê reviyan."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber tevliheviya ku li gelemperiya Sûriyeyê serwer e, DAIŞ’ê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine.

QSD’ê diyar kir ku wê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam bike ta ku werin qedandin û ewlehiya herêmê were mîsogerkirin.