YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê ku di berxwedana gundê Eherzê de birîndar bibû û rakiribû nexweşxaneyê û tevî hemû hewldanan jî, jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê ku di berxwedana gundê Eherzê de birîndar bibû û rakiribû nexweşxaneyê û tevî hemû hewldanan jî, jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku şervanê wan ê binavê Rojhilat Qendîl ê ku di berxwedan gundê Eherêz ê di 13’yê Hezrîrana 2016’an de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
YPG’ê diyar kir ku berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojava dimeşîne roj bi roj geş dibe û armancên parastina xakê û gelên herêmê ji hêzên tarî û xwînmij bi cih tîne. Ev berxwedan û serkeftin bi saya şervanên qehreman û fedekar pêkhatiye û pêşve diçe.
HPG’ê wiha anî ziman: “Piştî êrîşa çeteyên DAİŞ’ê ya li ser Gundê Eherêz a di 13’ê Hezîrana 2016’an, de heval Rojhilat li Gundê Eherêz birîndar dibe, lê tevî hemu hewldanên bijîşkan, ji ber birîndariya wî giran bû, nehate rizgarkirin û di dîroka 29’ê Tîrmaha 2016’an de gihîşt asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastin Gel (YPG) sarsexiyê ji malbata şehîd re dixwazin û cereke din soza şopandina rêya hemû şehîdên xwe didin.”
Nasnemeya şervanê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Rojhilat Qendîl
Nav û Paşnav: Resol Remok
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Ebo Bekir
Cihê Jidayikbûnê: Pîran Şer /Rojhilat
Cih Û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 29’ê Tîrmaha 2016.