Li St.Gallen ji bo Ocalan çalakî

Li St. Gallen Meclîsa Jinan a Asrîn Deniz ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.

LI bajarê St. Gallen ê Swîsreyê li Qada Garen standa agahdarkirinê hate vedan.

Di çalakiyê de balavok hatin belavkirin, Berdevka Meclîsa Jinan Gulistan Aslan daxuyanî da û diyar kir ku ev demekî dirêje ku ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, her ku diçe fikarên Kurdan zêde dibe.

Aslan, destnîşan kir ku divê saziyên navneteweyî bi lezgîn bikevin nava tevgerê û her kesê ku di vî warî de bi berpirsyar bin erkê xwe bi cih bînin.