Şehîd Herekol li Bern û Stûttgartê hatin bîranîn

Hisên Şawîş (Şehîd Herekol) ê li Rojavayê Kurdistanê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Bern ê Swîsre û bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat bîranîn.

Hisên Şawîş (Şehîd Herekol) ê li Rojavayê Kurdistanê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Bern ê Swîsre û bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat bîranîn.

BERN

Bi pêşengiya Komîteya Bernê ya PYD'ê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, endamê Konseya Fermandaran a YPG'ê Hisên Şawîş hat bîranîn. Bîranîna ku bi sedan kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê PYD'ê Beşîr Efrîn û Xebat Dêrik axivîn. Qisekeran qala jiyan û têkoşîna Şehîd Herekol kirin. Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna Şehîd Herekol hat nîşandan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a PYD'ê ya Stûttgartê merasîmek bîranînê hat lidarxristin.

Merasîm li Navenda Civaka demokratîk a Kurd pêk hat û malbat, xizmên Şawîş û gelek Kurdistanî amade bûn. Di bîranînê de li dû deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyon li ser têkoîna Şawîş hat nîşandan û piştre li ser navê PYD'ê Dr. M. Emîn axivî.

Dr. Emîn bal kişand ser rola şehîdan a li ser hebûna Rojavayê Kurdistanê û got, "Eger em îro qedera xwe bi destê xwe xêz dikin, ev yek bi keda şehîdan e."

Dr. Emîn destnîşan kir, ku Şawîş mamoste û fermandarekî xurt bû, lewma di nava civaka Rojava û Sûriyeyê de bû sembola biratiya gelan û jiyana bi hev re.

Li ser navê PYD'ê jî xalê Şawîş Tayîp Şawîş peyivî û got, "Ew weke xezîneyeke zanistiyê bû. Bi zanistî û kda xwe, bû milê Kurd û Kurdistanê. Ew ne şehîdê malbatekê bi tenê ye, şehîdê tevahiya gele Kurd e. Em bi wî serbilind in."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...