BI DÎMEN

Ji KNK’ê li Kerkûkê civînekî bi mijara kirîzên li Başûrê Kurdistanê

Kongereya Netewa Demokratîk (KNK) li Kerkûkê rojevekî bi mijarên bûyerên ku li Kurdistanê û kirîzên ku li Başûrê Kurdistanê tên jiyîn civînek li dar xistin.

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya Hevserokê KNK’ê Dr. Rebwar Reşît û gelek endamên KNK’ê ve rojevekî bi mijara bûyerên li Kurdistanê û kirîzên li Başûrê Kurdistanê tên jiyîn civînek li dar xistin. Di civîna ku nêzî 3 saetan dewam kir de, asta ku Şoreşa Rojava gihiştiyê, asta ku Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û kirîzên ku Başûrê Kurdistanê dijî û bi perspektîfên ku çareseriyekî berfir hate destgirtin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê destpêkir, Hevserokê KNK’ê Dr. Rebwar Reşît li ser bûyerên li Kurdistanê hatin jiyîn nirxandinên berfireh kir.

REŞÎT: PÊVAJOYA KU EM LI NAV RE DERBAZ DIBIN FERMANA YEKÎTIYA NETEWÎ DIDE

Reşît di axaftinên xwe de bal kişand ser bûyerên ku li her çar parçeyên Kurdistanê tên jiyîn û wiha got: “Bi awayekî gistî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyên bi xeter û tirsnak re derbas dibin. Pêvajoya ku em li nav de dijîn fermanda yekîtiya neteweyî û yekgirtinekî stratejîk dide. Em weke KNK di nava pertiyên Kurdan de di çarçoveya çaresekirina kirîzên tên jiyîn , em ê çawe bikaribin stratejiyekî netewî ava bikin xebatekî ya me ya konferanse li dar xistinê heye.

Em pland dikin ku bi taybet li ser kirîza siyasî û ekonomîk a ku ev demeke dirêje li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn bi beşdariya her çar partiyên li Kurdistanê û bi tayber beşdariya partiyên li Başûrê Kurdistanê konferansekê li dar bixin. Heta niha di hevdîtinên me yên ku bi hemû partiyan re bersivên erênî dane. Di vê mijarê de xebatên me dewam dikin.

BERWARÎ: DIVÊ SIBEROJA KURDISTANÊ , BI KESEK YAN JÎ BIMALBATEKÊ VE NEYÊ GIRÊDAN Û HEBAKIRIN

Piştre Erkdarê Perwedehiya Zanîngeha Duhok û endamê KNK’ê Kamûran Berwarî di civînê de mafê axaftinê girt û wiha diyar kir têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku ev sedsal in hatî avakirin divê nebe qûrbanê deskeftiyên kesekî yan partiyekî siyasî. Berwarî wiha anî ziman: “Em Kurd bi sedê salan di bin mêtîngeriya Faris, Tirk û Ereban de jiyan kir me ti fêda wê nedît. Îro gelê Kurd di xeta 3. de yanî xeta Konfederalîzam Demokraîtk de dimeşe û xeta me xeta siyaseta neteweyî ye. Pirsgirêk tenê neçareserkirina pirsgirêkên di nava me de ne. Ji bo çareserkirina kiriza siyasî û ekonomî ya ku ev nêzî salekê ye li Başûrê Kurdistanê tê meşnadin, ji bo konferansa ku bê lidar xistin girîngiya xwe heye.

Îro li Kurdistanê bingehê herî neteweyî bê şik û gomen KNK’ ye. KNK ji bo çareserkirina pirsgirêka li Başûrê Kurdistanê bi hemû aliyên siyasî re hevdîtin pêk anîye. Di hemû civînan de nêzîkatiyên hemû partiyan ji bo li dar xistina vê konferansê erênî dibînin. Di vê mijarê de bang li hemû partiyan dikin ku beşdarî bikin, yên bixwazin wê werin yên neyên jî em nikarin bi zorê bînin.

Nirxên ku têkoşîna Kurdistanê ku bi sedê salane divê neqûrbanî kursiyê kesekê, destkeftiyên malbatekî yan partiyekî siyasî neyê kirin. Dem divê em di stratejiyekî neteweyî de lihev bikin, çareseriyekî ji pirsgirêkên tên jiyîn bibînin, dem demê xwedî li destkeftiyên hemû Kurdistanê der bikevine. Eger ku Başûrê Kurdistanê di nava xwe de li hev bikin û çareseriyek ji pirsgirêkên xwe re bibînin wê fêdeyekî mezin bide parçeyên din jî. Destkeftiyên Başûr di warê menewî û madî de pir in. Divê bi parçeyên din re jî parve bike.

Civîn li ser pêşniyar,nêrîn û nirxandinên başdarvanan ve bi dawî bû.

 

...