Hevseroka Partiya Jinûve Rizgariya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogûllari ji ANF'ê re axivî û diyar kir, leşkeran sûd ji valahiya demokrasiyê ya ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye afirandin, girtine.
SIYASETA LI TIRKIYEYÊ TI CARÎ SIVÎL NEBÛYE
Hatîmogûllari bibîr xist, ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê di demeke kurt de hat têkbirin û got, "Hewldana darbeyeke bi xwîn bû. Mibaxin darbe di dîroka Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e. Tirkiye gelek caran ber bi tarîtiyê ve hat dehfdan, leşkeran bi destwerdana li siyasetê re hewl dan bermayîninên demokrasiyê jî ji holê rakin. Ji ber vê yekê siyaseta li Tirkiyeye ti carî sivîl nebûye."
DESTHILATDARIYA SIVÎL BI RÊBAZÊN DARBEKARAN TEVDIGERE
Hatîmogûllari da xuyakirin, ku eger hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê serketî bûya, wê Tirkiye bikete nava kaoseke mezintir û ev nirxandin kir: "Lê belê hêza ku darbe berteref kiriye û niha li dora AKP'ê li hev civiya ye, Tirkiye xistiye nava kaosê. Hewldana darbeyê hatiye berterefkirin, lê belê li pêşberî desthilatdariyeke siyasî ya welê heye ku bi xwe jî rêbazên darbekaran bi kar tîne. Rewşa Awarte hat ragihandin. Wê bi biryarnameyan vê pêvajoyê bi re ve bibin. Weke karê destpêkê yê van biryarnameyan jî, dema ragihandina li binê çavan heta mehekê hat dirêjkrin. Hemû rêbazên îşkenceyê yên di darbeyên leşkerî yên heta roja îro de hatine bikaranîn, niha tên bikaranîn."
AKP'Ê HÊZA DARBEYÊ XIST DEWRÊ
Hatîmogûllari da zanîn, AKP a ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nikarîbû bi tena serê xwe bibe desthilatdar û jê nehat sîstema serokatiyê bi rengê Tirk bixe meriyetê, hêza darbeyê ya berê amade kiribû, xist dewrê. Gelek dane hene ku vê tespîtê piştrast dikin: Qesrê nehişt hikûmet be avakirin. Maseya bi Kurdan re li dorê rûdinişt, qeliband. Hemû amûrên şer xist dewrê. Li bajaran li hemberî gelê Kurd şer kir. Sivîl qetil kir. Ji bo Kurd li Sûriye û Iraqê bi ser nekevin, serî li her şêwe dek û dolaban da. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê di nava atmosfereke bi vî rengî de pêk anî.
Tevî vê yekê jî HDP'ê bend derbas kir. Xwe li vê serketinê ranegirt. Destnedana Parlamenteran rakir. Mijara bicihkirina qeyûman li şûna şaredariyan xist dewrê. Di heman demê de ji rojhilatê Tirkiyeyê heta rojava, ji bakur heta başûr li her cihî rejîmeke zordar hewl da bide rûniştandin. Ji bo mafên karker-kedkaran jê bistîne, kêm bike ket nava hewldanan, qanûna 'karkeriya kirêkirî' ku tê wateya êrîşa herî mezin a li hemberî kedê, derxist. Hem ji hundir hem jî ji derve dest li rêxistinên civakî (sendîka, komele, partiyên siyasî, odeyên pîşeyî hwd.) werda. Ya herî girîng jî hem li hundir hem jî li derve pêşî li çeteyên cîhadî yên mîna DAIŞ'ê vekir.
Ji Pirsûsê heta êrîşa li Balafirgeha Ataturkê, gelek komkujî hatin plankirin û bicihanîn. Bi vî rengî xwest, hem tirsê berde dilê civakê, hem jî plana xwe ya 'dîktatoriya yek şexsî' bi cih bîne."
ÇARESERÎ SIYASET Û PÊŞVEBIRINA DEMOKRASIYÊ YE
Hatîmogûllari da xuyakirin, ku Tirkiye beriya 15'ê Tîrmehê jî di nava kaosê de bû û got, "Piştî hewldana darbeyê ev rewşa kaosê kûrtir bû. Çareseriya vê kaosê, ku piştî 7'ê Hezîranê gihaşt asteke kaotîk, darbeyên leşkerî, Rewşa Awarte nîne. Çareserî siyaset e û li her qadê pêşvebirina demokrasiyê ye."
Hatîmogûllari diyar kir, yên aştî, azadî û wekheviyê bînin Tirkiyeyê, ne darbekar ne jî alîgirên sîstema yek şexsî ne û got, "Yên vê yekê pêk bînin, alîgirên komareke civakî û demokratîk e."
Tulay Hatîmogûllari da zanîn, ku ji bo edalet, wekhevî, aştî, biratî û azadiyê, ji bilî mezinkirina demokrasiyê ti alternatîfa wan nîne û got, "Li dijî faşîzma dibe ku mayînde bibe, divê em ruhê û girsebûyîna Gezî bi ruhê Kobanê re bikin yek û tevî cihêrengiyên xwe, demokrasiyê ava bikin."