ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Eger hûn naxwazin weke darbekar bên dîtin, neçin leşkeriyê'
Halîl Savda yê li dijî çûyîna leşkeriyê derket, bal kişand ser daxuyaniyên "xeteriya darbeyê dewam dike" yên rayedarên hikûmetê û ev bang li ciwanan kir: "Eger hûn naxwazin weke darbekar bên dîtin û bi vî rengî bên lînckirin, hingî neçin leşkeriyê." -
Polîsan li Amedê êrîş bire ser kesên ku ji bo Ocalan di nobedê de bûn
Li Amedê polîsan êrîş bire ser kesên ku bi daxwaza tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di ‘Çalakiya Nobedê’ de bûn. -
Li Meclîsê komîsyona lêkolînkirina hewldan darbeyê hate avakirin
Têkildarî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê di bin sêwana Meclîsê de ji bo lêkolînkirina darbeyê pêşniyara her çar partiyan a ku Komîsyonek bê avakirin, bi piraniya dengan hate erêkirin. -
Li Aûrîch ji bo azadiya Ocalan kon hate vedan
Li Marktplatz a bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan. -
Hevserokên HDP’ê name ji CPT’yê re şandin
Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku CPT têkeve nav liv û tevgerê nameyek ji Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê, Mykola Gnatovsky re şandin. -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzer û malbatê ya saetên vê sibehê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin hate redkirin. -
Artêşa Tirk êrîşên xwe li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakur Sûriyeye didomîne
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku artêşa Tirk şevê din bi çekên giran êrîşî çeperên li gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê kiriye. -
Ti nemaye ku Rejîm, Helebê dorpêç bike
Bi êrîşa ku şevê dî artêşa Ereb a SûriyEYê ya Rejîmê û hevkarên wê li başûrê Malahê û ya Tugaya 4’an a girêdayî artêşê li herêma Leyramê dane destpêkirin, herêmên girîng bi dest xistin. Rejîm ti nemaye ku Helebê dorpêç bike. -
Kurdistaniyên Ewrûpayê li Kolanan e: Ocalan ji bo me sedema şer û aşitiyê ye
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherikin kolanan. Di çalakiya de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin. -
Demîrtaş: Bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, pêvajo ji nû ve bê nirxandin
Demîrtaş li civîna koma partiya xwe ya li parlamentê axivî û got, darbeyên gengaz bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a di nava demokrasiyê de dikarin werin astengkirin. -
Welatparêzê Kurd Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Saît Yilmaz (Koçer) li sirgûnê li bajarê Bern ê Swîsreyê jiyana xwe ji dest da. -
Îmak: Divê bi her şert û mercî em li Ozgur Gundemê xwedî derbikevin
Hulya Îmak tevlî kampanyaya piştevaniyê ya ji bo Ozgur Gundemê bû û got, "Di her şert û mercî de, di her rewşê de em ê xwedîderketina xwe bidomînin.’ -
Yildirim ê HDP'yî: Di bin navê 'protestoya darbeyê' de êrîşê dibin ser Elewiyan
Hin komên ku bi banga Erdogan derketine derve êrîşê dibin ser Elewiyan. Li ser vê Wekîlê HDP’ê Behçey Yildirim ev mijar bir Meclîsê. -
'Em jî sond dixwin, ku em ê Eylem Ataşê bînin xaka wê'
Şervana Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Eylem Ataş (Cemre Heval) ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ev 29 roj in malbata wê nikare cenazeyê xwe werbigire. -
Êrîşên 24'ê Tîrmehê û bersiva gerîla
Gabar konsepta şer a bi 24'ê Tîrmehê re destpê kir ji ANF'ê re nirxand û got, "Li hemberî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk, berxwedana gel a li qadên xwerêveberiyê û çalakiyên gerîla bi ser ketin." -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Saziyên Kurd ên li Îzmîrê: Bila derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, NÇM, YAK-DER û ÎDAY-DER, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bilêv kirin û xwestin, derhal hevdîtin li Girava Îmraliyê bi Ocalan re bê kirin. -
1,6 mîlyon jinên ducanî dikarin bi vîrûsa Zîka bikevin
Vîrûsa Zîka ku ji par û vir ve bi taybetî li Latîn Amerîka û Karabîkê belav bû, rîsk heye li nava 1,6 mîlyon jinên ducanî belav bibe. Tê texmînkirin ku di nava bi deh hezaran zarokên nû ji dayik bibin de rewşa ne normal hebe. -
Ilicak hat binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewldana darbeyê de rojnamevan Nazli Ilicak hat binçavkirin. -
Li Gare du Mîdî ya Brukselê çalakiya ji bo Ocalan
Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran li Gare du Mîdî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist. -
Tecrîd li Frankfûrtê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Frankfûrtê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li Balafirgeha Frankfûrtê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. -
HDP heyetekê dişîne Nisêbînê
HDP heyetekê dişîne Nisêbînê, ku duh li hin taxên wê "qedexeya derketina derve" hat rakirin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Peîne kon hat vedan
Li bajarê Peîne yê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Çalakî wê du rojan dewam bike. -
Gerîla şopdarên Fermandar Rêber in
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo yên HPG'ê Rêber Amed ê di 25'ê Tîrmeha 2015'an de ji ber êrîşa artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da, li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. -
Li Japonyayê êrîşa bi kêrê: 15 mirî
Li paytexta Japonya Tokyoyê, kesekî li navendenek tayebt a ji bo astengdaran dixebitî bi kêrê êrîşî derdorê kir. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.