Kurdan ji Lozanê dengê xwe bilind kirin: Înkara sedsalê qediya, em ê li ber xwe bidin

Kurdistaniyan diyar kirin, gelê Kurd qet wê careke dî destûrê nede ku peymaneke weke ya Lozanê were girêdan û ev peyam dan,’’Înkara sedsalê qediyaye. Êdî ti hêz û şiyan wê nikaribe Kurdan ji nedîtî ve were.’’

Weke her salê, îsal jî di salvegera peymana Lozanê ya 93’yan de, ku bi xwe re Kurdistan kiribû 4 parçe, peymana Lozanê ji hêla Kurdistaniyan ve bi komcivînekê hate şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan hatin Quchy’yê, ku li pêşiya wî cihî bû ku Peymana Lozanê li wir hatibû girêdan, peymana ku bi Şoreşa Rojava pûç bûyî şermezar kirin û di heman demê daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan kirin. Di komcivînê de Kurdistaniyan bal kişand ser komkujiya Qamişlo û banga hevgirtinê kirin.

Kurdistanî pankartên ‘’Ji Ocalan re azadî’’, ‘’Komkujiyên li Kurdistanê rawestînin’’ dane ber xwe, di komcivînê de dirûşmên mîna, ‘Ji Lozana 2. re na’, ‘Li Ocalan re azadî’, ‘’Komkujiyên li Kurdistanê rawestînin’’ berz kirn.

MÎNTAŞ: PEYMANA LOZANÊ BI ŞOREŞA ROJAVA PÛÇ BÛ

Metîn Mîntaş ê DEM-KURD’ê yê ku di komcivînê de axivî, diyar kir, bê ka peymana Lozanê ji bo Kurdan tê çi maneyê, bi berdewamî got, di qonaxa têdeyî de peymana Lozanê ya ku beriya bi 93 salan ji ji hêla hêzên emperyal ve hatibû girêdan, bi Şoreşa Rojava pûç û vala bûye.

Mîntaş têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî got, azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelên Rojhilat Navîn.

ROCHAT: ERDOGAN LI DIJÎ GELÊ XWE ŞER DIKE

Parlamenterê Kantona Lozanê Nîcolas Rochat, ê ji Partiya Sosyalîst, di axaftina xwe de bal kişande bandoren peymana Lozanê yên li ser Kurdan, diyar kir Kurd îro ji bo siberoja gelên dinyayê biparêzin şer dikin.

Rochat pê de çû û got, Tirkiye destekê dide DAÎŞ’ê, li Kurdistanê û Ewropayê komkujiyan dike. Rochat di berdewamiyê de got Ewropa di ser peymana penabaran re çavê xwe ji Tirkiyê re digirin û Erdogan li dijî gelê xwe di nav şer de ye.

Rochat bûyerên li Rojhilata Navîn destnîşan kir û diyar kir divê hevkariyek bi gelê Kurd re çêbibe.

OPPÎKOFER: ERDOGAN DIVÊ LI UCM’YÊ WERE DARIZANDIN

Piştî Rochat li ser navê Solîtarîtê Pîerre-Yues Oppîkofer jî bertek nîşan da, ji berk u PKK di nav lîsteya terorê de ye û diyar kir divê Erdogan ji ber sûcên ku li Kurdistanê kiriye divê li UCM’yê were darizandin. Oppîkofer got Erdogan bi awayekî berbiçav sûcê şer kiriye, weke komkujiya Ermenan divê sûcên şer ên ku Erdogan li ser Kurdan pêk aniye jî weke komkujiyê were nasîn û li Ewropayê qebûl bibe.

...