Hezer li Saînt Avoldê tevlî civîna gel bû

Li bajarê Saînt Avold ê li herêma Lorraîne ya Fransayê, li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke gel hat lidarxistin.

Civîna gel ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saînt Avoldê ve hat lidarxistin û zêdeyî sed kes tevlî bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Tûgba Hezer di civîna gel de axivî.

Hezer bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, tecrîda berê di pratîkê de bi cih dihat anîn, bi Rewşa Awarte re hat 'qanûnîkirin'. Hezer işaret bi fikara Kurdan û demokratan a li ser rewşê kir û bibîr xist, ku niha ti agahî ji Ocalan nayê girtin.

Parlamenter Hezer da xuyakirin, ku hewl tê dayîn atmosfereke welê were afirandin, ku nîşan bidin Rewşa Awarte li dijî kesên hewl dane darbeyê bikin hatiye ragihandin û got, lê belê ev pêkanîn ji aliyê esasî ve li hemberî Kurdan, Elewî û mûxalefeta demokratîk hatiye îlankirin. 

Tûgba Hezer da xuyakirin, ku pêkane hikûmeta AKP'ê şerê li Kurdistanê girantir bike.