BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Şîrîn Amed û hevalên wî li Parîsê hatin bîranîn

Şîrîn Amed ê li Minbicê di operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de şehîd ket, tevî hevrêyên xwe yên YPG'yî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîse hat bîranîn. Malbata Şîrîn Amed jî tevlî merasîma bîranînê bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, li ser navê Malbatên Şehîdan Bakî Ûlûdag axivî. Ûlûdag bi bîranîna Amed dest bi axaftina xwe kir û got, "Hevalekî ku di nava 18 salên xwe yên têkoşînê de bi ked û dilnizmiya xwe dihat hezkirin bû. Di ehman demê de li qada teknîkê gelek kar meşand û di çêkirina bendavan li çiyayên Kurdistanê de amade bû." Piştre hevrêyên Amed, qala bîranînên xwe yên pê re kirin.

Piştre siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya axivî û got, "PKK partiya şehîdan e. Piştî şehîdê me yê destpêkê Hakî Karer partîbûnê destpê kir. Ruhê PKK'ê ruhê şehîdan e. Eger em ê jî têbikoşin, divê em bi vî ruhî têbikoşin. Em ê ti carî xwe ji dayîna berdêlan venegerin. Rewşa milîtanî ya PKK'ê û şehîdên wê ev xet danî holê."

Di dawiya bîranînê de ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat peyivî, bal kişand ser girîngiya dilsoziya bi şehîdan re û destnîşan kir, yên li Kurdistanê dîrokê dinivîsînin ev nirx in.

Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan û bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.