Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê, di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin, ku yek jê zarok e.

Polîsan li navçeyên Sûltangazî, Eyup û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê avêtin ser malan û 9 kes bi îdîaya "endametiya Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger" binçav kirin. Yek ji van zarok e.

Li gorî agahiyan, ciwanên hatine binçavkirin ji ber ku cih li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê nîne birine Midûriyeta Emniyetê ya Esenlerê û zarokê bi navê O.K. jî biriye Şaxê Zarokan ê Midûriyeta Emniyetê ya Uskudarê.

Ji parêzerên binçavkiriyan re hat ragihandin, heta 5 rojan wê nikaribin wan bibînin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahmût Tûrmûş, Serhan Cîhan Dîdarik, Mesût Taşkin, Aram Dermîrbaş, Kerem Eser, Huseyîn Yildiz, Ercan Yanardag û Zelal Kiliç.