ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê çalakî belavdibin: Ji Ocalan re azadî!
Kurdên ku li Ewropayê dijî çalakiyên xwe yên ji bo ‘Azadiya Ocalan’ dewam dikin. -
Dayikên Şemiyê: Em ne Rewşa Awarte ,demokrasiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê ji bo kesên hatin nebedîkirin lêgerîna xwe ya dadmendiyê didomînin. Di çalakiyê de li aqûbeta Suleyman Durgut hate pirsîn, hikûmeta AKP’ê hate şermezarkirin û li dijî Rewşa Awarte banga demokrasiyê hate kirin. -
‘Dewlet têk çû, gelê Nisêbînê bi ser ket’
Şahida berxwedana Nisêbînê Dayika Ayşe ya 70 salî, diyar kir ku li Nisêbînê dewlet têk çû, îradeya gel a xwerêveberiyê bi ser ket. -
‘Ajandaya Erdogan neguherî; hê di yek zilamtiyê de bi israr e’
Mustafa Sonmez, piştî hewldana darbeyê bal kişand ku hê ajandaya Tayyîp Erdogan neguheriye, destnîşan kir ku hê ji hedefa xwe ya rejîmek yek zilamtî û Îslamofaşîst dest bernadeye, tenê bi awayekî taktîkî xwe kişandiye. -
Li Minbicê şerên dijwar: Bi dehan çete hatin kuştin
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya 1’ê Hezîranê destpê kir, didome. Di şer de ku li navenda bajêr û gundan pêk hat, herî kêm 91 çete hatin kuştin. -
Qetlîama Qamişloyê li Hambûrg û Bonnê hate protestokirin
Li bajarên Hambûrg û Bonn ên Elmanyayê qetlîama Qamişlo bi çalakiyan hatin protestokirin û şehîdên di êrîşê de hatin bibîranîn. -
Pêvajoya binçavkirinê ya 30 rojî wê êşkencê zêdetir bike
Nûnerê TÎHV’ê yê li Amedê Parêzer Bariş Yavûz bal kişand ku ji ber pêvajoya binçavkirinê derket 30 rojî wê pêşî li êşkenceyê vebe, banga betalkirina Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) a derveyî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (HMME) kir. -
Kurdên Wûppertalê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûn nîşan dan
Piştî hewldana darbeyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nehatiye girtin û serlêdanên hevdîtinê jî her tim tê redkirin. Li beramberî vê rewşê nerazîbûnên gelê Kurd her ku diçe mezintir dibe. -
Li Swêdê çalakiyên şermezarkirina Qetlîama Qamişlo
Li bajarên Stockhol Bollnas û Sandvîken ên Swêdê ji bo protestokirina Qetlîama Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin. -
Elman polîtîkaya penaberan a Merkel dipirsin
Li gor rapirsiyekê, ji 3’an yek Elman ji ber êrîşan xeteriyê li ser xwe dibîn nêzî nêvî jî ev êrîşana wek encamên polîtîkaya penaberan a Angela Merkel dibîne. -
De Vos: Tirkiye nebû Ewrûpî, Ewrûpa bû ‘Tirkî’
Profesorê Zanîngeha Gent a Belçîkayê û dîrektorê dezgeha fikrînê ya Îtînera Marc de Vos , helwesta Yekîtiya Ewrûpayê ya li beramberî Tirkiyeyê ku bêdeng e û nirxên xwe bi ti tiştî nahesibîne bi zimanekî tund rexne kir. -
Minbicî diherikin qadên azad
Di ser pêngava rizgarkirina Minbicê re 2 meh bihurî, Minbiciyên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê revîn diherikin qadên ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê azad kiriye. -
Dardekirin ‘ji bo dengan’ di rojeve de tê hiştin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû got, “em peyaman digirin ku dibêjin eger hûn dardekirinê nînin em ê dengê xwe nedin partiya we” û îtîraf kir ku ji bo dengan mijarek wisa di rojevê de dihêlin. -
Demîrtaş: Darbe hate astengkirin, lê dîktatortî didome
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji mezintirîn rojnameya Swêdê Dagens Nyheterê re axivî, got hewldana darbeyê hate astengkirin, lê li welêt dîktatortî didome. -
Li Çelê 5 leşker hatin kuştin
Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li hember leşkerên ku li ser rêya Colemêrgê-Çelê rê kontrol dikirin çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin. -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzer û malbatan a hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 giriyên din re, îro jî hate redkirin. -
Gelek rewşenbîran hikûmet hişyar kir
Gelek rewşenbîr têkildarî tiştên ku piştî hewldana darbeyê hatin kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî hikûmet hişyar kirin. -
Li Marsîlya, Hîldesheîm û Bensheîmê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransa û bajarê Bensheîm û Hîldesheîm ê Elmanyayê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloy hate protestokirin. -
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe erşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di berxwedana Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Kurdên li Oslo komkujiya Qamişloyê şermezar kirin
Li paytexta Norwecê Osloyê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Oslo , li ber derê Parlementoya Norwecê Kurd kom bûn û bi çalakiyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kirin. -
Li Yewnanîstanê jinên Kurd azadiya Ocalan xwestin
Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan çalakî û helkeft didomin. Jinên Kurd bi vê mebestê daxwazên xwe dane Nûnertiya Yewnanîstanê ya YE’yê. -
Li Ewrûpayê dirûşmên ‘Ji Ocalan re Azadî ‘ berz dibin
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji ber tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirinên xwe didomînin. -
Rojnameyan nadin Ocalan
Rojnameyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser heye, têne şandin, têne îadekirin. -
AvEG-Kon: Em kampanya 33 malbatên xwedî li hev derdikevin, xurt bikin
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew kampanya '33 malbatên xwedî li hev derdikevin' a bi Yekîtiya Jinên Sosyalîst re dimeşîne, dewam dike. -
Ji hev ketina dewleta Tirk: 117 leşkerên din hatin girtin
Li dû hewldana darbeyê binçavkirin, girtin û girtina ji wezîfeyê dewam dike.