Li Ewropayê çalakiyên ji bo Ocalan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, bi armanca şermezarkirina tecrîdê meşek hat lidarxistin. Bi qasî 500 kesên beşdarî meşê bûn, Komkujiya li Qamişloyê jî şermezar kirin.
Girseya gel a li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiya, dirûşmên "Terorîst AKP", "Terorîst DAIŞ", "Bijî Serok Apo" qîriya. Di daxuyaniya li qada çalakiyê de hat ragihandin, heta agahî ji Ocalan bê girtin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Parlamenterê HDP'ê Kemal Aktaş û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Arnhemê Ela Pala li vê derê axivîn.
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, komek ji Kurd û dostên Kurdan bi heman armancê li meydana Castello li hev civiya. Seroke Komeleya Kurdistanê ya Verso Antonîo Olîverî li vir axivî û xwest, tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û destûr bê dayîn parêzer karibin hevdîtinê bikin. Olîverî diyar kir, bi vî rengî dikare pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bê vekirin.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
TOÛLOÛSE
Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li meydana Capîtolê li hev civiyan û diyar kirin, agahînegirtina ji Ocalan, bi taybetî piştî hewldana darbeyê, fikar zêde kirine. Çalakgeran bê navbera dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Di çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir de gelek belavok hatin belavkirin.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li meydana Canebîerre ya Marsîlyayê çalakî lidar xistin, tecrîda şidandî a li ser Ocalan û komkujiya li bajarê Qamişloyê şermezar kirin.
Di axaftinên li qada çalakiyê de hat ragihandin, tecrîda li Ocalan tê kirin û komkujiya li Qamişloyê ne yên qebûlkirinê ne û hat destnîşankirin, heta Ocalan azad bibe wê çalakî dewam bikin.
Piştî çalakiyê, komekê bi rengekî komî name ji Konseya Ewropayê re şand.
RENNES
Li bajarê Rennesê bi pêşengiya Komeleya Jinê Zîn û Civaka Demokratîk a Kurdan li Rennesê, meşek hat lidarxistin. Bi qasî 500 kesî ji meydana Colombîerê dest bi meşê kirin.
Partiya Antî Kapîtalîst a Nû, Partiya Komunîst a Ciwan jî destek dan çalakiyê û xwestin tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û ji bo ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bê şandin, îmze kom kirin.
HAMBÛRG
Li herêma Pînneberg a Hambûrgê, Kurd saet di 16:00 de li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan û fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bilêv kirin. Kurdistaniyan xwestin tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin. Lê belê çeteyên Erdogan ên li aliyê din ê kolanê bûn xwestin êrîşî çalakgeran bikin.
Piştî ku Kurd li hemberî vê hewldana êrîşê rabûn, polîsan jî bi kûçikên polîsan dest li koma êrîşkar a bi gotina "Allahû Ekber" û "Her tişt ji bo welat" dikir qareqar, werdan.