Îsraîlê li paytexta Yemen Sanayê xist

Îsraîlê yekemcar beriya ku êrîşê li Yemenê bike hişyariya 'veguhestina sivîlan' da û piştî demeke kurt êrîş bir ser Sanayê.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre medya Hûsiyan, Îsraîlê êrîş bir ser paytext Sanayê.

Li gorî rojnameya Îsraîlê Maarîvê jî, Îsraîlê yekemcar beriya li Yemenê êrîşekê bike, daxuyaniyek da raya giştî û hişyarî da.

Di nûçeyan de hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji bo valakirina balafirgeha Sanayê banga lezgîn kir û yekser çû biryargeha leşkerî ya Kirya ya li Tel Avîvê.

Di nûçeyên medya Hûsiyan de hate gotin, demeke kurt piştî vê hişyariyê Sana hate bombekirin. Agahiyên berfireh li ser êrîşê bi dest neketin.